Li Lîmassolê damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin

Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê li Salona Dibistana Teknîkê salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên PKK'ê û posterên Thefîlos Georgîadîs hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat û Nûnerê PYD'ê yê Qibrisê Yasîn Tarboûch axivîn.

Di pîrozbahiyê de piştî nîşandana sînevîzyonê Koma Theofîlos û hunermendan stranên xwe pêşkêş kirin. Beşdarên pîrozbahiyê jî govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.