ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' komek ji Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê ye.

Amadekariyên meşa yekîtiya neteweyî ya Kurd bi dawî bûn ku wê ji Lozanê heta Cenevreyê pêk were. Zêdeyî sed kes wê tevlî meşê bibin û destnîşan bikin, ku ji bo azadî û statuya Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîstî ye.

DAÎŞ ê Tirkmen got, leşkerên Tirk di sala 2018'an de li Ezazê û di sala 2019'an de jî li Îdlibê malbatên Tirkmen ên DAÎŞ'î yên li kampên penaberan birin Tirkiyeyê û serbest berdan.

Berdevkê OGÎ Hakki Boltan ragihand ku zext û zordariya li rojnamevanan roj bi roj zêde dibe û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî ji bo rastî di nava tarîtiyê de nemîne wê her binivîsînin.

Beriya destpêkirina civîna bilind a NATO'yê lîderên Fransa, Elmanya, DYE û Brîtanyayê wê li hev rûnên û mijara sereke ya van hevdîtinan jî wê astengiyên Tirkiyeyê be.

Zarokên DAÎŞ'iyan ên li Kampa El Holê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne li Fînlandiyayê bûn sedema krîzeke nû. Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamentê bang li wezîr Pekka Haavîsto kir ku daxuyaniyekê ji komîsyonê re ragihîne.