KON-MED'ê ji bo çalakiyên şermezarkirinê bang kir

KON-MED'ê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li navçeya Til Rifet a Şehbayê kir banga çalakiyên şermezarkirinê kir.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker, faşîst û çete û dijminê Kurdan ê qirker dîktator Erdogan Kurdan qetil dikin.

Dewleta Tirk a barbar û dagirker tevî artêşa xwe ya çete ya kujer dixwaze tevahiya cografyaya Rojava dagir bike, statuya Kurdan ji holê rabike û gelê Kurd qir bike.

Ji ber topbaran û êrişa bi çekên giran li navçeya Til Rifatê bi giştî 10 kes bi xwînxwarî hatin qetilkirin ku 8 ji wan zarokên di navbera 3 û 15 salî de bûn.

Di êrişên beriya wê de jî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan sivîl birîndar bûbûn.

Divê em îro saet 17:00 û pê ve dakevin qadan û barbariya dewleta Tirk teşhîr bikin. Em bang li raya giştî ya dinyayê dikin ku li dijî komkujiyên bi vî rengî helwestê nîşan bidin.

Bi navê KON-MED'ê em bang li meclîsên xwe, pêkhateyên xwe, gelê xwe û her kesên xwe berpirsyar dibînin dikin ku li her deverê saet di 17:00 de rabin ser piyan û bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."