OGÎ: Zextên giran li ser çapemeniya Kurdan heye

Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) diyar kir bi destgîrkirin û girtinan dixwazin zext li çapemeniya Kurdan were kirin û got ku “Heta ku çapemenî azad nebe, civak jî azab nabe.”

Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) ji ber destgîrkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan, Sadik Topaloglû û Sadîye Eser îro daxuyaniyek weşand.

"HEKE ÇAPEMENÎ NE AZAD BE, CIVAK JÎ AZAD NABE'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çapemeniya Kurdan û ya mûxalif zexteke giran li ser wê heye û hate gotin ku “Em dixwazin nûçegihanên me Bêrîvan Altan, Sadiye Eser û Sadik Topaloglû werin berdan. Em diyar dikin, ji bo ku rojnamegerên girtî werin berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em vî tiştî ji bîr nekin, heta ku çapemenî azad nebe, civak jî azad nabe. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bila piştgiriyê bidin rojnamegeran.”