Demîrtaş ji ser hişê xwe çû, ew sewqî nexweşxaneyê nekirin!

Hate diyarkirin ku Selahattîn Demîrtaş di 26’ê Mijdarê de ji ser hişê xwe çûye û 7 rojan ew ranekirine nexweşxaneyê.

Xwişk û parêzera Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye, Aygul Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de got ku Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ji ser hişê xwe çûye û nehatiye sewqkirin.

Aygul Demîrtaş got ku “Di 26’ê Mijdarê saet di 05.30’an de muwekîl û birayê min Selahattîn Demîrtaş nekariye hilmê bistîne û ji ber vê jî ji ser hişê xwe çûye. Demeke dirêj li hucreya xwe wisa maye û mudaxeleya pêşîn rêzdar Abdullah Zeydan kiriye. Piştre bangî ambûlansê hatiye kirin lê bi tenê testa EKG hatiye kirin. Bijîşkê nexweşxaneyê diyar kiriye ku divê Demîrtaş sewqî beşên cihê yên wekî kardîyolojî, norolojî û gastroentrolojiyê were kirin. Lê ligel ku hefteyek derbas bûye, Demîrtaş hê jî nehatiye sewqkirin. Berpirsên vî tiştî ew ê nikaribin ji bin vî tiştî rabin. Hevalên me yên parêzer li Edîrneyê 24 saetan geşedanan dişopînin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî daxuyanî dan û gotin ku “Serokwekîla Meclîsê û Serokwekîlên Koma me diçin Edîrneyê. Demîrtaş divê sewqî nexweşxaneyê were kirin. Rayedar ji vê rewşê berpirsyar in.”