Tuncel: Peywira me ya herî girîng şikandina tecrîda Îmraliyê ye

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel name ji Kongreya Asayî ya 5'an a DBP'êre şand û got, ''Yek ji girîngtirîn peywira DBP'ê ew e ku tecîda teqez a li ser Rêzdar Ocalan bişikîne.''

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyam ji 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê re şand û got: “Dem dema destpêkirineke bi hêz û nû ye." Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, jî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Birêz Ocalan ji sala 1993'an heta niha di çareseriya demokratîk de israr dike. Herî dawî Birêz Ocalan aştî xwest, lê wan bi şer bersîv da." 

5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Bazirganiyê ya Cîhanê didome. Kongre bi şîara “Bi rihê yekitiyê ber bi azadiyê ve” hat li darxistin. Li salona kongreyê pankartên bi Kurd û Tirkî yên peyama yekitiya neteweyî cih girtin hatin vekirin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û gelek kes amade bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê name ji 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê re şand. Nameya Tuncel, ji aliyê Cîgira Hevserokên DBP'ê Halide Turkoglu ve hat xwendin. 
 
Nameya Tuncel wiha ye: 
 
“Delege û dostên hêja yên Kongreya Giştî ya Asayi ya DBP’ê, ez we ji Zindana Kandirayê li ser navê girtiyên jin ên siyasî bi hurmetî û hezkirin silav dikim. Ez bawer dikim ku ji bo kongreya me bibe bersiva pêdiviyên demê wê niqaşên bi pêz pêş bikevin. Ez bawer dikim ku ev yek wê ji têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê ya Gelê Kurdistanê re bibe destekek mezin. Em Kongreya xwe di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û Cîhanê de, gel di pêşengiya jin û ciwanan de li dijî polîtîkayên serdest îtîrazan mezin dikin û bi taybetî li dijî pergala kapîtalîst a neo-liberal ku bi kirîza aborî û siyasî êdî nahêle civak bêhnê bistîne de di pêşengiya jin û ciwanan de têkoşîn mezin dibe de pêk tînin.  


DEM DEMA DESTPÊKIRINEKE BI HÊZ E 


Pergala modernîteya Kapitalist êdî krîza bingehîn dijî. Ji bo vê yekê jî bi taybetî li Rojihilata Navîn Şerê 3’emîn ê parvekirinê pêş dixe û dixwaze vê krîzê derbas bike. Di vê pêvajoyê de Gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Rojava, ji bo bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar bike û azadiya xwe bi dest bixe, tekoşîna avakirina pergala jiyana demokratik, ekolojik, jin a azadîparêz pêş dixe. Dixwaze bi vê pergalê li dijî pergala Modernîteya Kapitalist bibe alternatif. Perala ku li Rojhilata Navîn di pêşengiya Gelê Rojava de tê avakirin ji bo Gelên Rojhilata Navîn dibe heviyek mezin. Mezinkirina vê hevî û pegralê erka me tevan e. Wekî Partiya DBP'ê; di ronahiya geşedanên civakî, aborî û siyasî yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê em xwedî berpirsiyarin ku xwe ji nû ve organize bikin û bi rêxistin bikin. Em berpirsiyar in vê erka xwe pêk bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêşxistina civaka polîtîk û sincî, pêşxistina têkoşîna wekhevî û azadiya jinê, piştevaniya gelan û baweriyan a bi hev re û geşkirina têkoşîna azadiyê, avakirina jiyana ekolojîk, dem dema em dest bi pêvajoyek xurt bikin e. 
 
YEK JI ERKA DBP’Ê ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE' 
 
Pêşxistina yekîtiya di nava Kurdan de û avakirina di nava gelan de ji bo çarekeriya pirsgirêka Kurd a bi rêbaza demokratik û aştiyane pir pir girîng e. Tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan, sedema esasî ya neçareseriya meseleya Kurd e. Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di pêşengiya Birêz Leyla Guven de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û piştî berxwedana 200 rojan, deriyê Imraliyê hatibû vekirin. Lê tecrîd hêj didome. Heta tecrîd bi dawî nebe, heta şert û mercên Birêz Ocalan ê tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk neyê; ne pêkan e ku aştî, demokrasî û azadiya Gelên Rojhilata Navîn pêk bê, ne pêkan e pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê erk û peyvirek mezin dikeve ser milê DBP’ê. Yek ji van peyviran jî rakirin û şikandina tecrîdkirina mutlaq a Birêz Ocalan e. Hewldana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk azadîparêz û aştiyane ye. 
 
DÊ YEKÎTIYA DI NAVBERA GELÊ KURD Û SIBEROJA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DE DIYAR BIKE
 
Pêşketina hewildanên di derbarê mijarên neteweya demokratîk û yekîtiya neteweyî de ew ê ji bo pêvajoyê baş be. Yekîtiya di navbera Gelê Kurd de û di heman demê de dan û sitendina Gelê Kurd a bi gelên din re ew ê siberoja gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Divê ji xebatên yekem ên DBP'ê yek ev be û divê ev ne tenê berpirsiyarî di heman demê de mecbûriyet be. 
 
EM DIKARIN BI XEBATÊN POLÎTÎK Û ÎDEOLOJÎK BERSIVA ÊRÎŞAN BIDN
 
Polîtîkayên qeyûmê yên zordestiyê ku mînaka vê yekê li tu derê cîhanê tune ye dewam dikin. Ev xespkirina îradeya Gelê Kurd e. Parlamenter û hevserokên ji aliyê gel hatine hilbijartin ji ber hincetên pûç û vala tên binçavkirin û girtin. Di nava pêvajoyek wiha de xwerêxistinkirin her çiqas dijwar be jî ewqas girîng e. Tevî hemû zordestiyên xebatên di qada perwerdehiya gel, bihêzkirina di warê polîtîkbûyinê de, gelekî girîng in. Ji bo pêşxistina siyaset alternatîf, ekolojîk û navenda wê jin be, berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê DBP'ê. Em bawer im ku ew ê partiya me vê berpirsiyariya xwe bîne cih. 
 
DBP PARTIYA JINAN E
 
DBP di heman demê de partiya jinan e. Loma ji bo xala azadiyê ya jinê pêş bikeve, daxwazên jinê yên azadî, wekhevî û edaletê bên bersivandin divê hewildanên mezin bên kirin. Ev qasî jiyana mirov girîng e. Divê em hişmendiya ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe, xebatên xwe yên civakî û siyasî bikin. Em di pêvajoyek wiha derbas dibin ku tundî û komkujiya li dijî jinê, xizanî, koçberî, zêde bûne. Loma têkoşîna jinê ya di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Parastina destkeftiyên jinê yên ku di encama têkoşînê mezin de hatine bidestxistin peywira partiya me ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bo jinan gelek girîng in. Êrîşên desthilata AKP-MHP'ê ya li dijî destkeftiya hevserokatiyê ne tesaduf e. Ji bo em li dijî pêkanînên polîtîkayên zayendperest û baviksalarî destkeftiyên xwe biparêzin pêdiviya me ji berdewamiya xebatên xweser û azad heye. Ez bi hêviya avakirina siberojek bi ewle ya ji bo jinan hemû rêhevalên jin silav dikim. 
 
Ez bawer dikim ku ew ê kongreya me bi moral û coşek mezin bi hêz derbas bibe. Ez serkeftinê ji bo Hevserokên me yên giştî, delege û hevalên ku ew ê bi awayekî çalak di nava xebatan de cihê xwe bigirin serkeftinê dixwazim.
 
Silav û rêz. Rêhevala we Sebahat Tuncel." 
 
ASLAN: EM DI PÊVAJOYEK DÎROKÎ RE DERBAS DIBIN 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Îro hemû pergalên serdest û netew-dewlet ên cîhanê di nava krîzê de ne. Ji bo pergala xwe berdewam bikin, ev hêzên serdest, li Sûriye û Rojhilata Navîn şer pêş dixin. hewl didin hêza xwe aşkere bikin. Dixwazin xwe wekî hêz nîşan bidin. Şoreşa Rojava li dijî vê krîza serdestan û ji bo bibe daxwaz û bersiva gelan avantajek mezin e. Di navenda Rojhilata Navîn de Şoreşa Rojava pêş dikeve. Li dijî krîza heyî pergala jiyana azad, wekhev û demokratîk pêş dikeve. Ji bo gelên Rojhilata navîn derfetek gelek mezin e. Di sedsala 21'an de tu îktîdar bêyî ku bibin bersiv û daxwaza civakan nikarin li ser piyan bimînin û nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Şerê li dijî Kurdan daye despêkirin, dê hemû gelê Tirkiyeyê jê zerarê bibînin. Em ê li dijî vê feraseta faşist a li dijî gelan tekoşîna xwe geştir bikin.''
 
HEMÛ GELÊ TIRKIYEYÊ ŞAHIDÊ HEWLDANÊN OCALAN E 
 
Arslan, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ji sala 1993'an di agirbestê de israr dike. Bi înat û têkoşînek mezin ji bo çareseriya demokartîk kedek mezin dide. Em hemû şahidê vê yekê ne. Ne tenê gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê jî şahidê vê yekê ye. Ji ber vê yekê AKP ji sala 2015’an heta niha li ser Birêz Ocalan tecrîdê berdewam dikin. Em vê tecridê şermezar dikin. Me tu carî tecrîdkirina Ocalan wekî gel û partî qebûl nekir. Ji niha û şûnde jî em vê tecrîdê qebûl nakin. Di pêvajoya greva birçîbûnê de 7 hevrêyên xwe yên bi qimet şehîd bûn. Em li pêş bîranîn û têkoşîna wan bi hurmetî bejna xwe ditewînin." 
 
‘BI ŞER BERSIV DAN PEYAMA OCALAN' 
 
Aslan, bal kişand ser peyamên Ocalan ên dawî jî û wiha got: “Birêz Ocalan piştî hevdîtina di Gulanê de bi parêzeran re kir, got; ‘Di pêvajoya dîrokî ku em têre derbas dibin, pêdivî bi lihevhatina kurd a civakî heye. Divê çareseriya pirsgirêkan ji hemû berberî û çanda şer dûr be. Divê bi rêbaza muzakereyên demokratîk çareser bibe. Pir pêdivî ji vê rêbazê heye.' Di 7'ê tebaxêde jî got ji bo çareseriya pirsgirêkan divê dewlet bi aqilê rasyonel tev bigere. Em ji peyamên Ocalan bi hevî bûn û me nefes stend, lê aqilê Dewletê yê Rasyonel di 7'ê tebaxa 19'an de qeyûm tayîn kir û li dijî Rojava şer da destpêkirin. Bi êrişan bersîv da Birêz Ocalan. Tevî hemû hewldanên Ocalan AKP'ê bi zext û tundiyê bersîv da. Em dizanin Kurd li hemberî vê tundiyê gavan paşve navêjin. " 
 
Arslan, bal kişande ser yekîtiya Neteweya Kurd û wiha bi dawî kir: "Dirûşmeya Kongreya me “Bi ruhê yekîtiya neteweyî em dimeşin azadiyê" ye. Kurd li her derê dibin hedef. Serkeftina Kurdan tenê bi berxwedanê ne pêka ne. Divê kurd Kurd di nava xwe de yekîtiya neteweyî jî pêk bînin.