Di kongreya DBP’ê de peyamên berxwedan û yekîtiyê hatin dayîn

Di kongreya DBP’ê de peyamên berxwedan û yekitiyê hate dayin. Li aliyê din rexnedayin hate kirin û hate gotin çareserî bi şkandina tecrîda Îmralî re dikare pêk were.

5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Bazirganiyê ya Cîhanê didome. Kongre bi şîara “Bi rihê yekitiyê ber bi azadiyê ve” hat li darxistin. Kongre bi axaftinan dewam dike.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreyê de axivî û wiha got; “Ligel pêvajoya zehmet em dîsa li ber xwe didin. Ji HEP’ê heta DBP’ê pêvajoyeke zehmet bû û me gelek rêhevalên xwe winda kir, gelek hevalên me sirgun bûn, ketin girtîgehan. Gotin tera nirxên ku ji têkoşînê re hatî dayîn nakin. Rêhevalên ku têkoşîna aştî û azadiyê dane bi kedeke mezin hatin heta van rojan. Heke îro Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di girtîgehê de be, heke bi nameyek tevlî vê kongreyê dibe û birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bi hezaran rêhevalên me îro li vîr nebin divê êdî em baş bifikirin."

‘GELÊ TIRKIYEYÊ BI HEVRE TÊN PELÇIQANDIN'

Buldan, diyar kir ku siyaseta demokratîk ya ku tê birêveberin her tim bi zordariyê re rûbirû ma û wiha axivî: "Kurd di vê demê de jî bi zordariya herî mezin re rûbirû man. Em dîsa bûn şahîdê kedxwarî û bindestiya civaka Tirkiyeyê. Eşa ku sed sal in Kurd dijîn bi gotinan naqedin. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bi yek carî tên pelçiqandin. Lê Kurd du caran tên pelçiqandin. Hemû cîhan, di serî de jî li Rojhilata Navîn  dixwazin civakek bê Kurd biafirînin û bê hilm bihêlin. Kurdên ku hilmê digirin jî dixwazin mudaxaleyî wan bikin. Gelê Kurd her tim bi zilm, îmha, pelçiqandin û îmhayê re rûbirû dimînin. Lê belê Kurd li dijî wan jî her tim di sekna xwe de zelal bûn û pêvajoyeke demokratîk bi rêvebirin. Di serî de li Tirkiyeyê û her derê cîhanê dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê mezin bike û bêtir bi hêztir bike. Êdî dema hikûmeta AKP'ê nemaye. AKP dixwaze bi îmha, binçavkirin û girtinan dixwaze koltuxa xwe biparêze. AKP, di nav lêgerîna rê û rêbazên êrîşan de ne."

‘EM BI HEV RE BIHÊZ IN'

Buldan, da zanîn ku Kurd wê têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê bi hev re bihêztir bin. Kurd wê ji bo yekîtiyê  gavan bavêjin. Kurd wê li dijî hemû tiştên qewîmin wê têkoşîna xwe geş biki û li ber xwe bidin. Wê têkoşîna xwe bi gelên Tirkiyeyê re bimeşînin." Buldan, di axaftina xwe de bal kişand ser rêhevalên Kurdan û wiha bilêv kir: "Dema em li salonê dinêrin em dibînin ku rêhevalên Kurdan li her derê ne. Tiştên ku Gelê Kurd bikin gelek in. Em derêng nemane. Li kû dibin bila bibin Kurd wê yekîtiya neteweyî îlan bikin û êdî dema wê hatiye. Heta ku Kurd nebin yek wê înkarkirina Kurdan jî bidome. Bi taybetî di mijara Sûriyeyê de li hemberî destkeftiyên  gele Kurd zextek heye. Dilê her çar parçeyên Kurdistanê li vir avêt û ev tiştek girîng e. Lê divê gavên şênber bên avêtin. Di demên herî zehmet de divê yekîtiya Kurdan pêk bê. Ev tişt dê bibe derfeta rakirina tecrîda li hemberî birêz Ocalan jî. Ez şahîda herî nêzim ku min dît birêz Ocalan kedek çawa da."

‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE'

Buldan, herî dawî destnîşan kir ku di 2011’an heta 2013’an pêvajoyek hat destpêkirin û ji raya giştî ya Tirkiyeyê re hat ragihandin û wiha got: "Pêvajoya aştî û muzakereyê bû destkeftiyên gelek kesan. Heke cenazeyek neyê vî welatî ev destkeftiyek bû. Ji bo vegera pêvajoyê divê tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê rakirin. Em ji bo azadiya Tirkiyeyê amade ne ku alîkariyê bikin. Li dijî mirinan û ji bo dayik negirin aştî hewce ye. Bi rastî ev tişt bi AKP'ê re pêk nayê. Em ê AKP'ê bişînin û bi gelan re aştiya xwe pêk bînin. An serkeftin, an serkeftin."

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gûlîstan Kiliç Koçyîgît, di kongreyê axivî û wiha got: “Sebahat Tûncel, di kongreyeke din a asayî de ji girtîgehê bangî me kir. Ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve êrîşên mezin li ser hemû destkeftiyên me hene. Lê li dijî van êrîşan berxwedanek mezin jî heye. Desthilatdariya heyî, li ser tunekirina Kurdan û tesfiyekirina siyaseta demokratîk dixwaze hebûna xwe dewam bike. Yên ku li hemberî tunekirina vîna me bêdeng dimînin, wê di pêşerojê li hemberî tiştên li Tirkiyeyê rû bidin nekarin tiştekê bêjin.”

‘AKP Û MHP NAXWAZIN KURD PÊŞENGTIYÊ BIKIN’

Koçyîgît, da zanîn ku AKP dixwaze kurdan krîmînalîze bike û wiha bilêv kir: “Bi vê dixwazin têkoşîna Kurdan sînordar bikin. Îro kurd li ser vê erdnîgariyê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk dikin. Lê Rejîma AKP û MHP’ê naxwazin kurd pêşengtıyê bikin. Dixwazin siyaseta xwe ya tetîkkêş bi pergalî û daîmî bikin. Ji ber vê êrîşî Rojava, Efrîn û Şengalê dikin. Belê, wisan difikirin ku gelê Kurd ên li çar parçayên Kurdistanê bi statuya xwe ya siyasî, wê wan tune bikin. Ji ber vê ketine nava liv û tevgerê. Ya ku hebûna me ava dike civakbûyîna me ye. Yên ku heya roja îro em anîn gelê me û serhildanên me ne. Ji ber vê dibêjim îro pêşxistina serhiladanên girseyî berpirsiyartiyeke dîrokiye.”

OZTURK: EM Ê AŞTIYEKE BIRÛMET BI SER BIXIN’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk piştî axaftina Koçyîgît axivî.

Ozturk, anî ziman ku zextên li ser Kurdan dewam dikin û wiha got: “Şerekê bi bîrdozî tê meşandin. Zilmkar her tim behsa azadiyan dikin, lê demokrasiya ku em dizanin demokrasiya gelan e. Ger siyaset tenê ji bo komekê pêş bikeve, wê demê navê wê nabe demokrasî. Dê navê wê bibe dîktatorî û faşîzm. Em îro vê yekê li Rojava dijîn. Hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe li Rojava dimînin. Gelên Rojava li dijî DAIŞ’ê bedelên mezin dan. Îro hemû gelên cîhanê deyndarê Rojava û Kurdan e.”

'DIVÊ EM YEKITIYA NETEWEYÎ AVA BIKIN'

Ozturk, bal kişand ser polîtîkayên hêzên emperyalîst ên li dijî gelan bi kar tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim partî û serok tên guhertin, lê raman hertim eynî dimîn in. Îro Birêz Ocalan li dijî vê hişmendiya faşîst, rê û rêbazên demokratîk daniye holê. Ji ber vê yekê berpirsiyartiyên mezin dikevin ser milên me. Îro di DBP’ê de têkoşîna gelan heye. Gel çi bêje ew ê li gorî wê tevbigere. Em ê binesaziya xwe ya demokratîk ava bikin. Em ê demokrasiyê û aştiyeke birûmet bi ser bixin. Birêz Ocalan jî tim behsa yekitiya neteweyî dike. Desthikatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dixwaze yekitiya me parçê bike. Gelo me di Kobanê de çi kir? Em xwedî fiker û ramanek birdozî ne. Divê em vê yekitiyê di çar parçeyên Kurdistanê de jî ava bikin. Ev daxwaza gelê. Ger em vê yekê bi ser nexin, emê li hemberî dîrokê sûcdar bin.”