'Rêbazên nerewa yên desthilatdariya nerewa'

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku êrişa desthilatdariyê ne tenê li dijî HDP'ê ye û destnîşan kir, desthilatdarî dixwaze destpêkê mûxalefeta herî bi bandor ji holê rake, piştre jî êrişî hêzên din ên mûxalefetê bike.

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay operasyonên destgîrkirinê yên li dijî partiya xwe ji ANF'ê re nirxand. Kûbîlay bi bîr xist ku piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî HDP'ê ku weke astengiyeke mezin dibîne dest bi operasyoneke berfireh a êrişê kiriye û destnîşan kir, ku rêbazên nerewa yên desthilatdariya nerewa di dewrê de ne.

Kûbîlay ragihand ku pêla dawî ya destgîrkirinê jî beşek ji êrişên li dijî HDP'ê ye û got, "Ji aliyekî ve rejîma qeyûm, ji aliyekî ve jî tundî, gaz, coş û dîlgirtin dewam dikin."

Kûbîlay got ku bûyerên diqewimin bêçaretiya polîtîk a desthilatdariyê eşkere dike û êdî rûyê rast ê AKP'ê ji aliyê civakê ve tê dîtin.

Kûbîlay destnîşan kir ku divê her hêz dijminatiya desthilatdariyê ya li Kurdan û HDP'ê baş fêhm bike û got, "Dema ku dijberê te yê herî mezin hate tinekirin hingî dijberên te yên din jî wê hîn bi hêsanî bên tinekirin.

Piştî ku ji HDP'ê rizgar bûn wê hingî êrişî mûxalefeta civakî bikin. Divê beriya her tiştî ev yek bê dîtin. Eger êrişên niha tên kirin tenê li dijî HDP'ê bên dîtin wê ev nêzîkatî şaştilyeke dîrokî be."

Kûbîlay destnîşan kir ku HDP avahiyek nîne, lewma wê nikaribin bigirin û got, "HDP partiyeke ku bersivê dide bendewariyên civakî. Lewma meseleya girtina HDP'ê girîng nîne."