Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenistanê hate pîrozkirin

Li paytexta Ermenistan Erîvanê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li salona Mala Gelan a Erîvanê pêk hat û Kurd û dostên wan ên ji herêmên cuda yên Ermenistanê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan siyasetmedar Mahsûm Hasan axivî. Hasan got, "PKK ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, di heman demê de ji bo azadiya gelên bindest hemûyan û mirovahiyê têdikoşe. PKK ji bo gelan bû çavkaniya hêviyê."

Hevserokê Yekîtiya Kurdên li Ermenistanê û Parlamenterê Ermenistanê Kinyas Hasanov, Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Diboyan, Hevseroka Kurdistan Komîte û endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê (YJA) Îla Tovmasyan û  Seroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Ermenistanê Ermenîtane Vanya Hakobyan axivîn.

Qisekeran cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û destnîşan kirin ku PKK ji bo gelên bindest hemûyan pêşengê azadiyê ye. Qisekeran gotin, "Kurdan di têkoşîna bêeman a 41 salan de ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê derfetên mezin afirandin."

Piştî axaftinan nivîskar Mirazê Cemal helbest ku ji bo PKK'ê nivîsand xwend. Piştre hunermend Rozerîn, Fêrîk Hamêyan, Eşo Nadoyan derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên hunermendan govend gerandin.