Salvegera damezrandina PKK'ê li Strasboûrgê hate pîrozkirin

Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Salle de La Boûrse ya Strasbûrgê pêk hat. Salona şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hate xemilandin.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya li şahiyê axivî û diyar kir, ku PKK partiyeke şehîdane.

Her wiha destnîşan kir ku PKK mîrateyeke şehîdane û divê heta azadiyê her Kurd li dora nirxên têkoşînê xwe bi rêxistin bikin.

Rêxistina TKP/ML Fransayê jî bi wesîleya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê peyamek weşand.

Di şahiyê de Zarîfe Zerîn, Cewad Merwanî û Govenda Avesta derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.