Swêd dixwaze DAÎŞ'iyan ji welatîbûnê derxîne

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê û saziyên pêwendîdar amadekariyan dikin ku DAÎŞ'iyên tên payin radedestî wê bên kirin werin darizandin, lê belê du partiyên li mûxalefetê dixwazin DAÎŞ'î ji welatîbûna Swêdê bên derxistin.

Piştî ku ji saziyên Swêdî re hate ragihandin ku DAÎŞ'iyên Swêdî yên di destê Tirkiyeyê de ne wê bên radestkirin, nîqaşên der barê DAÎŞ'iyan zêdetir bûn.

Serokwezîr Stefan Lofven anî ziman ku derxistina DAÎŞ'iyan ji welatîbûnê wê pirsgirêkê çareser neke û li gorî destûra bingehîn jî derxistina ji welatîbûnê nepêkane. Partiyên mûxalefetê Moderatan û Demokratên ji bo Swêdê bi israr in ku DAÎŞ'î ji welatîbûnê bên derxistin.

Her du partiyan mijar xistin rojeva parlamentê. Parlamentera Moderat Marîa Malmer Stenergard pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edalet û Koçberiyê Morgan Johannson kir û jê xwest ku ji bo derxistina DAÎŞ'iyan ji welatîbûnê di destûra bingehîn de guhertinan çêbike.

Stenergard di pêşnûmeya xwe de got, "Moderat dixwazin ku yên li dijî dewletê sûcên cidî kirine mîna sûcên terorê, her wiha sûcên giran an jî bi beyanên sexte bûn welatî pêkan be ku ji welatîbûnê bên derxistin."

Stenergard bi bîr xist ku dozgeriya Swêdê der barê Wezîrê Parastinê yê Iraqê de ji ber sûcê şer dest bi lêpirsînê kiriye ku di heman demê de welatiyê Swêdê ye û got, piraniya welatên Ewropayê DAÎŞ'î yan jî yên ku sûcên şer kirine ji welatîbûnê derxstine.

Her wiha xwest ku ji bo DAÎŞ'î û yên sûcên şer kirine ji welatîbûnê bên derxistin di destûra bingehîn de guhertin bê kirin.

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê tevlî nîqaşên derxistia ji welatîbûnê nebûn û xwest ku DAÎŞ'iyên radestî Swêdê bên kirin sûcên wan bên lêkolînkirin û li pêşberî dadgeriyê bên darizandin.