Yoldaş: AKP/MHP dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş li dijî êrîş dagirker û qirker ên dewleta Tirk kir, bang kir ku gelên Tirkiyê bibin xwedî helwest.

Enandamê Komîteya Rêveber a  Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Tekîn Yoldaş got li ser gelê Rojava ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve êrîşên dagirker hene û got,''Ev êrîş liş ser hemû gelên liş Rojava ye.

Desthilata faşîst bi siyaseta ku dike ketiye nav çiraxa Rojhilata Navîn. Fatoreya vî şerî karker û kedkar didin. Ev dagirkerî bi dewletên emperyalîst, hêzên herêmî re hatiye danîn. Armanc fetisandina Rojava ye.

Şoreşa Rojava bûye hêviya hemû gelan, îro ya ku tê kirin êrîşên barbariyê ne.

Li dijî vê dagirkeriyê divê gelê me, çîna karker, kedkar rabin ser piyan. Desthilata faşîst Tirkiye dixwaze dagirkeriyê meşrû nîşan bide.

Ên ku li dijî desthilata derdikevin miemeleya terorîsan bi wan tê kirin. Terorîst ew in ku zarokan qetil dikin, bombeyên giran davêjin ser gelan.''

Axaftina Yoldaş wiha ye: