Li 4 bajaran ji bo Rojava şevên piştgiriyê hatin lidarxistin

Li bajarên Freîbûrg, Dortmûnd, Kîel û Saarbruckenê yê Elmanyayê ji bo Rojava şevên piştgiriyê hatin lidarxistin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê ji bo piştgiriya Rojava şevek hate lidarxistin. Nêzî hezar kes tevlî şevê bûn.

Di şevê de nûnerên Tevgera Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad axivîn.

Di şeva piştgiriyê de Hîvron, Denîz Deman, Azado Xelîla, Raman Rojava û Koma Dem derketin ser dikê.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê jî ji bo hevgirtina Rojava şevek hate lidarxistin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan, Fermandarên HPG’ê Diyar Xerîb û Atakan Mahîr li eywanê hatin daliqandin.

Nêzî 1500 kes tevlî şeva piştgiriyê bûn.

Di şeva piştgiriyê de sînevîzyon hate nîşandan. Piştre jî Mikaîl Aslan, Xace Yaşar, Alî Jiyan, Bengî Agirî, Ergîn Xelikan, Koma Dêrsimê ya Folklorê û Koma Zarokên Ehmedê Xanê derketin ser dikê.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya Rojava şevek hate lidarxistin. Di şevê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç bi bîr xist ku Kurdistan sed sal berê hatiye parçekirin û got ku “Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd îro xurt in û ew ê destûrê nedin vî tiştî.”

Di şevê de Hozan Tûncer, Hozan Farqîn, Delav Kobanê û Botan Cizîrî jî derketin ser dikê.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê jî ji bo piştgiriya Rojava şevek hate lidarxistin. Nûnerên saziyên li eyaleta Saarlanê di şevê de axivîn.

Beser Şahîn, Seyda Perînçek, Koma Hezex, Şerîf Omerî û Koroya Zarokan a Mezopotamyayê derketin ser dikê.

Piştî sînevîzyonê şeva piştgiriyê bi govendê bi dawî bû.