ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokê CDHM’ê bi peyamekê piştevaniya Kurdan kir
Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê Helder Solomon ku bi peyameke piştevaniya ya ji bo Kurdan parve kir got: “Ji ber hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina diyarkirina siberoja xwe, êrîşên li ser tê kirin nayê qebûlkirin.” -
Koklu: Derketina ji kaosê bi Ocalan dibe
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke sîstemekê tê pêkanîn. Koklu destnîşan kir, ji bo derketina ji kaosê divê perspektîfa Ocalan esas bê wergirtin. -
Partiya Sor a Norwêcê: Bila bikaranîna çeka kîmyewî bê lêkolîn
Lîderê Partiya Sor a Norwêcê (Rodt) Bjornar Moxnes ji bo îdîayên der barê bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin bikeve rojeva navneteweyî, ji Norwêcê xwest ku bikeve nava hewldanan. -
Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan careke din serlêdan kirin
Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Bîld: Tirkiyeyê tankên Elman da çeteyan
Rojnameya Bîldê ragihand ku tankên Leopard 2 ên Elman di êrişên Til Temirê de ji aliyê çeteyên rejîma Tirk ve hatin bikaranîn û diyar kir, bi vî rengî şertê 'bikarneanîna ji aliyê hinekan ve' hatiye binpêkirin. -
Li Berlînê qedexeya dîzelê hefteya bê dest pê dike
Li Elmanyayê ku li gelek bajarên mezin wesayitên dîzel hatine qedexekirin, li paytext Berlînê jî ji Duşemê û pê ve tê qedexekirin. -
Parlamenta Bremenê xwest dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn
Parlamenta Eyaleta Bremenê bi pêşnûme biryarekê xwest tavilê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn. -
Li Swêdê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rojava û Rojhilat
Li bajarê Orebro yê Swêdê ji bo Rojava ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide û ji bo Rojhilat ku li ber rejîma Îranê rabûye çalakiya piştevaniyê hate kirin. -
ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Mijdara 2019'an. -
Yekîneyên Tolhildanê li Edene û Mêrsînê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê li Edene û Mêrsînê li dijî hevkar û kesên madeyên hişbir difiroşin çalakî kirin. -
3 sal 9 meh ceza li gerînendeyê Ozgur Halkê birîn
3 sal û 9 meh ceza li Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan hate birîn. -
Di derbarê 9 wekîlên HDP’î de 45 fezleke hatin amadekirin
Di derbarê 9 wekîlên HDP’î de 45 fezelekeyên din şandin Meclîsê. -
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin
Koma "Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Çiyager û Ş. Zeryan" li Stenbolê çalakiyeke sabotajê kir. -
Li Dîlok, Edene û Colemêrgê qirkirina siyasî
Desthilatdariya AKP-MHP'ê kiryarên xwe yên qirkirina siyasî didomînin. Li Dîlokê 6 kes hatin girtin. Li Edeneyê avêtin ser malan û li Colemêrgê jî parêzerek hate cezakirin. -
HPG'ê sê gerîlayên li Garê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê sê gerîlayên ku di 12'ê Tîrmehê de ji ber êrişa heweyî ya dewleta Tirk a dagirker li Garê şehîd bûn bi bîr anî. -
Li Îranê tehamula gel kêm bû, çi bû çi tê payîn?
Li Îranê piştî ku bihayê benzînê sê katan zêde bû, gel daket qadan. Rejîmê li hemberî çalakgeran ‘serkeftina xwe’ eşkere kir lê dibe ku asta xwepêşandanan zêde bibe. -
Li Baselê ayîna polîtîk a piştî 30 salan ji bo Rojava hate kirin
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mirovên Katolîk û Protestan li bajarê Basel ê Swîsreyê şeveke diakirinê pêk anîn. -
'Wêneyên min xizmetê ji têkoşîna neteweyî re dikin'
Wênevan Sînan Hezer got, ew dixwaze bi wêneyên xwe bike belge ku dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike û destnîşan kir, ku li gel belgekirinê her wiha dixwaze hişmendiya neteweyî jî xurtir bike. -
ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Mijdara 2019'an. -
Hevşaredara Sûrûcê Hatîce Çevîk hate girtin
Hevşaredara Sûrûcê ya HDP’yî Hatîce Çevîk a ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
Dewleta Tirk bombe li Çamankê, Garê û Avaşînê barand
HPG'ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 19'ê Mijdarê derdora bajarokê Çemankê û herêmên Garê û Avaşînê bombe kirin. -
YBŞ: Li dijî êrişên dewleta Tirk em ê gelê xwe biparêzin
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Şengalê dixwaze civaka wan bêparastin bihêle, lê belê ew bi biryar in ku heta dawiyê civaka xwe biparêzin. -
QSD'ê gundek rizgar kir, herî kêm 8 dagirker hatin kuştin
Yek ji gundên Eyn Îsa yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin. Li Girê Spî jî herî kêm 8 dagirker hatin kuştin û derb li wesayiteke leşkerî hate xistin. -
Deklarasyona HDP’ê: Em bangî hilbijartina pêşwext dikin!
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî qeyyûman deklarasyonek amade kir û bangî hilbijartina pêşwext kir. -
TJK-E’yê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir
TJK-E’yê banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kir û bernameya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir.