ROJANE
Rêber Apo peyamek ji konferansa "100 saliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf" re şand û got, "Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn."
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hate dayin. Pervîn Bûldan got, "Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng."
Rapotorê Tirkiyeyê yê Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach got, ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn divê li her qadê di mijara pirsgirêka Kurd de guherînên bingehîn bêne kirin.
Şandeyekî navneteweyî ku nêzî 50 kesan pêk tê, di çarçoveya pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, diçe Stenbolê. Şandeyê du rojan hevdîtinan bike û ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdana fermî bike.
Partiyên siyasî wê di nava heftiyekê de pêşniyazên xwe yên têkildarî komîsyonê pêşkêşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin. Piştî ku Kurtulmuş pêşnumeyê ji partiyan re pêşkêş bike, wê komîsyon teqez bê avakirin.
Hemû Nûçe
-
-
Derheqê parlamenter Ocalan 6 fezleke
Bi daxwaza ku destlênedana wekîlan were rakirin 9 fezlekeyên nû şandina Meclîsa Tirk. Ji van 9 fezlekeyan 6 jê derheqê wekîlê HDP'ê Omer Ocalan in.
-
-
-
Binpêkirinên li girtîgehên Marmaryê didomin
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora binpêkirina mafan ên li girtîgehên Marmara ku meya Cotmeh û Mijdarê li xwe digire eşkere kir. Li gorî raporê binpêkirinên mafan her diçin li girtîgehan zêde dibin û didomin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
DMME'yê Tirkiye ji bo 'Ocalan' mehkûm kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi çarçoveya lêpirsîna derabrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkirin, destdanîna ser daneyên elektronîk yên parêzeran ku bi medeya bi navê raza pîşeyî hatî parastin, mehkûm kir.
-
-
-
KNK: Li dijî komkujiya dewleta Tirk rabin ser piyan
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifatê şermezar kir, bang li gelê Kurdistanê kir ku rabe ser piyan. KNK’ê her wiha bang li NATO û NY’yê jî kir ku bêdeng neminin, an na dibine hevkarên sûc ên dewleta Tirk.
-
-
Dîe Welt li ser Rûken Demîr nivisî!
Yek ji rojnameya navdar a Elmanyayê Dîe Welt li ser nûçegihana MA'yê Rûken Demîr nivîsî, ku Demîr li Izmîrê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû girtin.
-
Girtiya nexweş şehîd bû
Girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan a 64 salî ya li Rihayê, li nexweşxaneya ku ew biribûnê şehîd bû.
-
-
'Ne pêkan e ku mirov qala azadiya çapemeniyê bikin'
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad derbarê binpêkirina mafên rojnamevaniyê de rapora Mijdarê eşkere kir. Li gorî vê yekê 4 rojnamevan hatin girtin, êriş li 5 rojnamevanan hate kirin û 139 rojnamevan jî hîn girtî ne.
-
HDP: Çîller bi ser neket, Erdogan jî wê bi ser nekeve
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 25'emîn salvegera êrişa bombeyî ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Çîller bi ser neket, nekarî çapemeniya azad bêdeng bike. Erdogan û rêveberiya wî jî wê bi ser nekevin."