Berdana girtiyê nexweş Turkmen asteng dikin

ÎHD’ê ragihand ku mafê xwegihandina tenduristiya girtî Sînan Turkmen asteng dikin.

Çalakiya ku Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, xwest di hefteya 401'emin de ji bo girtiyên nexweş li Qada Galatasaray li dar bixe, ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Li ser astengkirinê çalakî li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên mîna "Tecrîd dikuje, piştevanî dijîne" û "Bila girtiyê nexweş Sînan Turkmen bê berdan" hatin vekirin. Her wiha di çalakiyê de timik dûrişmeyên mîna "Bêdeng nebe û nebe hevparê sûc" û "Rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" hatin berzkirin. Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê.

NEXWEŞIYA GIRAN BÛ

Di çalakiyê de qala rewşa girtiyê nexweş Sînan Turkmen ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bolûyê girtî ye, hat kirin. Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, di çalakiyê de çîroka Turkmen vegot û qala rewşa wî kir. Acettîn diyar kir ku Turkmen 27 sal in girtî ye û bi nexweşiya zerikê ketiye. Ji bilî telîla xwînê tedawiya wî nayê kirin. Her wiha dîtina çavên wî jî kêm dibin. Pêwistiya wî bi tedawî û kontrolê heye."

Acettîn, destnîşan kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re binpêkirina mafan zêde bûye û daxwaz kir ku astengiyên li pêşiya mafê tedawiyê ji holê bên rakirin, mafê bingehîn ê jiyanê bê pêkanîn û girtiyên nexweş bên berdan.