Faşîzm li Osloyê bi meşeke bi meşaleyê hate şermezarkirin

Li paytexta Norwêc Osloyê Kurd, Katalan û Şîlî bi dirûşma "Eniya hevpar a li dijî faşîzmê" bi meşaleyan meşiyan.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Ciwanên Kurd, Komeleya Piştevaniya bi Şîliyan re û Katalanan ve hate pêkanîn.

Çalakger li Trafîkantenê li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşmên "Piştevaniya bi Kurdistanê re", "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Serxwebûn ji bo Katalonyayê", "Dîktator Pînera" heta qada 1'ê Gulanê meşiyan.

Her sê gel bi sembolên xwe tevlî meşê bûn.

Qisekeran jî bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Beşdarên çalakiyê piştî axaftinan govend gerandin.