Salvegera damezrandina PKK'ê li Romayê hate pîrozkirin

Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li paytexta Îtalya Romayê hate pîrozkirin. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav li pîrozbahiyê axivî.

Civîn bi beşdariya Kurdan û Îtalyayiyan pêk hat. Fûat Kav diyar kir ku PKK bi armanca rizgariya neteweyî dest bi têkoşînê kir, lê belê ti carî bi nexweşiya neteweperestiyê neket. Kav destnîşan kir ku PKK ji destpêkê ve xwedî taybetmendiyên enteransyonalîst in û ji damezrînerên PKK'ê Hakî Karer û Kemal Pîr jî cewhera vî ruhê enternasyonalîst in. Kav ragihand, ev ruhê ku di bingeha PKK'ê de heye niha li Rojava bûye zemîn ji konfederalîzma demokratîk re. 

Piştî axaftina Kav li dokûmanterekê hate temaşekirin ku gerîlayê HPG'ê yê enternasyonal ê li çiyayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da Almûth Sarah Handelmann ve hate amadekirin.

ŞOREŞA KESK A JINAN

Di vê navberê de siyasetmedar Kav pêr di çalakiya "Cewhera li Rojava / Şoreşa Kesk a Jinan" de bi Îtalyayiyan re civînek pêk anî. Di civînê de rewşa jeopolîtîk a li Rojava hate nirxandin û hate destnîşankirin ku Kurdan bi saya tifaqa bi gelan re pêk anî lîstikên dewletên emperyalîst têk birin.

Di civînê de nûnera Rete Kurdsitan Sveva Heartter pirtûka xwe ya projeya Make Green Rojava Again da nasîn. Heartter her wiha qala projeya bendava Heskîfê kir ku talankeriyeke bi çi rengî dike.

Piştî ku peyama şêniyên gundê jinan Jinwar hate xwendin, endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar axivî û destnîşan kir ku Jinwar pêkanîna xeyalekê ye. Di civînê de hunermend Mûbîn hunera xwe pêşkêş kir. Hatineya civînê ji Heyva Sor a Kurdistanê re hate ragihandin.