Demîrtaş rakirin nexweşxaneyê
Biryar hate girtin ku Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne rehîn tê ragirtin û berî demekê ji ser hişê xwe çûbû, rakirin nexweşxaneyê.
Biryar hate girtin ku Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne rehîn tê ragirtin û berî demekê ji ser hişê xwe çûbû, rakirin nexweşxaneyê.
Xwişk û parêzera Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin Aygul Demîrtaş, di hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê de têkildarî nexweşîna birayê xwe daxuyanî da bû û diyar kiribû birayê wê Demîrtaş krîza dil derbas kiriye û ji ser hişê xwe çûye.
Piştî vê ragihandina xwişka Demîrtaş Aygul Demîrtaş biyar hat dayîn ku Demîrtaş sewqî nexweşxanê bê kirin.
Ne hate zanîn ku Demîrtaş birin kîjan nexweşxaneyê.