ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rapora ‘Aşûtê’: Xemsariyên cidî hene!
Buroya Wanê, TMMOB û Odeya Tabîban, têkildarî karesata aşûtê raporek amade kir, bal kişand ku xemsariyên cidî hene. -
Heyeta navneteweyî û HDPli ser tecrîdê li hev rûniştin
Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî çû serdana HDP’ê. Di hevdîtinê de peyamên ‘Divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin’ derkete pêş. -
Nexweşa kanserê li balafirgehê hate girtin
Nexweşa kanserê Ayten Sarikaya Kesler dema ku çû Tirkiyeyê bi îdîaya "Heqareta li Serokkomar" hate girtin û niha li nexweşxaneyê ye. -
ROJEVA 12'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2020'an. -
Di operasyona li ser DEM Muzîkê de 1 jê zarok 6 kes destgîrkirin
Di serdegirtina li ser DEM Muzîk a li Edeneyê de hejmara kesên hatin destgîrkirin gihişte 6’an. Hate ragihandin 1 ji kesên hatine destgîrkirin zarok e. -
Li Gimgimê terora dewletê: 3 HDP’î hatin destgîrkirin
Li navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtinên malê yên ku HDP’iyan dikin hedef de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Parêzer serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re kirin
Parêzer ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serlêdan kirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li dijî rêveber û hevkarên AKP'ê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê li dijî rêveber û hevkarên AKP'ê çalakî kirin. -
Bûldan: Ji ber ku deriyê Îmraliyê girtiye krîz çêdibin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku sedema krîza siyasî, ekonomîk û civakî siyaseta çaresernekirinê ya tecrîd û komployê ye. Bûldan diyar kir ku çareserî li ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Sibata 2020'an. -
Welatiyên Bêgirê di rê de man, ‘pereyê mazotê’ yê qeyûm tune!
Şaredariya Bêgirê ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve qeyûm hatibû tayinkirin bi hinceta “ji bo mazotê pere tune” rê ne vekirin û ji ber berfê bi dehan kesan nekarin biçin navenda navçeyê û gundên xwe. -
Bêkariya li Tirkiyeyê zêde dibe: 13.3 ji sedî
TUÎK'ê ragihand, di Mijdara 2019'an de li gorî heman dema sala beriya wê, 327 hezar kesên din bêkar man û bi vî rengî hejmara bêkaran bû 4 milyon û 308 hezar kes. -
Bozgeyîk: AKP şertên xebatê ya bê ewlehî mayînde dike
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên lîberal şertên xebatê ya bê ewlehî mayînde dike û bi krîza ekonomîk re wê êrîşên li ser kedkaran zêdetir bibe. -
ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2020'an. -
Li Wanê 30 penaber beriya ku biqufilin hatin dîtin
Li navçeya Westan a Wanê zêdetirî 30 penaber beriya ku biqufilin (qerisîn) hatin dîtin. -
KODAR û PJAK'ê helwesta xwe ya li ser hilbijartinê eşkere kirin
Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku ji ber heya niha rejîma Îranê daxwazên gelên Îranê û gelê Kurd berçav negirtiye, ewê hilbijartinê boykot bikin. -
Guven: Dawiya AKP'ê wê bi destê Kurdan be
Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin û got, "Dawiya AKP'ê wê bi destê Kurdan be. Dawiya wan nêz e." -
HDP: Trajediya 13 penaberan şerma mirovahiyê ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo trajediya qerisîna 13 penaberan li Wanê got, "şerma mirovahiyê" ye. -
Ji bo Mendanlioglû li Wêranşar û Pforzheîmê şîn hate danîn
Abdurrehman Mendanlioglû yê ku li Wêranşara Rihayê ji ber krîza dil rehmet kiribû, ji bo wî li Wêranşar û bajarê Pforzheîmê yê Elmanyayê şîn hate danîn. -
Civîna Meclîsa Giştî ya HDK’ê: Em dikarin astengiyan derbas bikin
HDK’ê civîna xwe ya Meclîsa Giştî ya 1’emîn a Serdema 10’emîn li dar xist. Hevberdevkê HDK’ê Îdîl Ûgûrlû got ku “Di warê derbaskirina astengiyan de em xwedî îrade ne.” -
Şîrket bixwazin dikarin bi dehan milyar şûşeyên plastîk bi kar neynin
Şûşeyên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn yek ji wan madeyan e ku sedema qirêjiya hawirdorê ye. Tê gotin, eger şîrket alternatîfê pêşkêşî xebatkaran bike, bi dehan milyar şûşeyên kar dikarin neyên bikaranîn. -
Tercîheke ji neçarî li ser gelê Îranê tê ferzkirin
Gelê Îranê wê di 21'ê Sibatê de biçe ser sindoqê û di hilbijartinekê de ku partiyên siyasî nînin neçar bimînin tercîhekê bike. Konseya Parastina Destûra Bingehîn serlêdana bi hezaran kesî red kir. -
ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2020'an. -
HBDH’ê li dijî leşkergeha TSK’ê çalakî li dar xist
HBDH’ê li Tûzlayê li dijî leşkergeha (Qişle) artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. -
Rêxistinên Elewiyan efûkirina Tûran Kiliç protesto kirin
Rêxistinên Elewiyan li pêşiya Wezareta Edaletê ya Tirk berdana bersûcê Komkujiya Sêwasê Ahmet Tûran Kiliç bi çalakiyekê şermezar kirin.