KODAR û PJAK'ê helwesta xwe ya li ser hilbijartinê eşkere kirin

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku ji ber heya niha rejîma Îranê daxwazên gelên Îranê û gelê Kurd berçav negirtiye, ewê hilbijartinê boykot bikin.

Wê 21’ê Sibatê li Îranê hilbijartinên dema 11’an a parlementoyê û hilbijartina Meclîsa Şarezayên Rêberî pêk werin. Bi giştî di eniya gel û mûxalefetê de boykotkirina hilbijartinan derdikeve pêş. KODAR û PJAK jî bi daxuyaniyeke hevpar helwesta xwe ya derbarê hilbijartinê de eşkere kirin.

Di daxuyaniya wan de tê gotin ku heta niha gelên Îranê û bi taybet jî gelê Kurd timî ji bo guhertinên bingehîn ên demokratîk li Îranê pêk werin tevlî hilbijartinan bûne lê rejîma Îslamî ya Îranê timî berjewendiyên gel li ser daxwazên gel re girtiye û şeklî nêzî hilbijartinan bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber her tim berovajî daxwazên gel, hilbijartin pêk anîne û sextekarî di encaman de hatine kirin, bendewariya piraniya gel weke bêîtaetiya medenî boykotkirina hilbijartinên 21’ê Sibatê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de careke din daxwazên gelê Kurd û bi taybet jî ew xalên ku di ‘Nexşerêya çareseriya pirsgirêkên Îranê’ ya KODAR û PJAK’ê di sala 2018’an de pêşkêş kiribûn jî tê bibîrxistin û tê gotin: “Bi şertê ku hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk were, gelên Îranê û gelê Kurd bi awayeke fermî mafê wan ê diyarkirina çarenûsa xwe nas bike û daxwazên di nexşerêya çareseriyê de werin berçav girtin, ew dikarin tevlî dengdana hilbijartinê bibin. Lê eger wisa nebe, em daxwazê ji gel dikin ku bawerî bidin hêza xwe û daxwazên xwe yên demokratîk û bi awayeke çalak hilbijartinê boykot bikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“11’emîn dema hilbijartinên Meclîsa Şûraya Îslamî (parlemento) û Meclîsa Şarezayanî Rêberî di demek de pêk tê ku nakokiyên di navbera aliyên rikabir yên sîstema desthilatdar de gur û geş bûye. Her wiha nakokiyên rejîmê yên li gel hegemonxwazên cîhanî yên li ser desthilat û dagirkeriyê, hiştiye ku qeyrana siyasî bigihije lûtkeyê. Rewşa aloz a siyasî, rewşa aborî û civakî jî têk biriye. Ewa di rûyê tazî yê vê sîstemê de xuya dike, di asteke jor de binpêkirina mafên demokratîk yên gelên Îranê û nexasim jî yê gelê Kurd e.

Di demên din ên hilbijartinê de, gelên Îranê her timî li ser daxwaza ‘Guhertinên bingehîn’ pêk werin deng dane, lê wan deng nedane rejîma Îslamî ya Îranê. Lê ji ber zalbûna ‘Endazyariya zêde’ a li ser civakê, her timî bi rêjeyeke sexte, encamekî ne rast ragihandiye û vêya jî li ser girseyê ferz kiriye. Ji ber vê jî, hilbijartinên dema bê, tê wateya kuştin û tepisandina siyasî ya xelkê nerazî û berdewamkirina kuştina xwepêşanderên xwepêşandanên 2017 û 2019’an.

Xwepêşdanderên demokratîk û berfireh girseya nerazî ya xwepêşandanên demokratîk û berfireh yên 2017 û 2019’an. Ev bi awayeke eşkere endazyariya, ‘Şer a li dijî civakê ye.’ Ev sîstema bêîstîqrar, ji qetilkirina xwepêşanderan heya bangeşekirina dijî aliyên demokratîk û diyarkirina namzetên hilbijartinê xwe dide nîşan. Bi rêya tirs û şêwazeke bêperwa bi çeka dînî û siyasî li ser civaka exlaqî, siyasî û rewşenbîrî ya civakê de diçe. Yasa û maf kiriye çekek kujer a destê dewletê li dijî gel. Ev yasayane jî di meclîsekî de tê pesendkirin ku bi xwe endazyariya şer û pirsgirêkan dikin. Bi vî awayî meclîs ji naverok û cewherê wê hatiye derxistin û kirine qada tepisandina fikrê demokratîk ê siyasî, civakî û aborî.

Em KODAR û PJAK, dizanin wê meclîsa bê avakirin jî, wê bi awayeke zalimane li ser esasê redkirina daxwazên guncav û demokratîk ên gelan be be. Her wiha wê bi awayeke fêlbazane û bêperwa mafên gelan binpê bike. Meclîsa şer û tehdîtan e ne ya çareseriyê ye. Her cûre nermbûnek, weke şêwazê rewakirina çewisandina gelan dizanînin. Li gorî mafên demokratîk û xwezayî yên xwe û gelan bi taybet jî gelê Kurd, bi temamî hilbijartinê boykot dikin û daxwazê ji giştî civakê û gelê xwe dikin, bi îradeya xwe û daxwazên yên demokratîk bawer bin. Divê em bersiveke bi hêz bidin zilm û zora sîstema Komara Îslamî ya li dijî me tê pêkanîn.

Hêmanên sereke yên helwesta me ya boykotê ya ji bo hilbijartinên dema 11’an a parlementoyê û Meclîsa Şarezayên Rêberî ya Îranê, bi vî şêwazî ye:

-Meclîsa homejen û yekdest ji bo tundrewî û mûhafazakaran hatiye damezrandin.

-Meclîsa çavdêran li ser esaseke faşîzane damezriye û namzetên ne mûhafazakar û nêzî desthilatê red dikin.

-Hîn ji niha ve encama pêşwext a sextekariya zêde tê pêşbînîkirin û tê zanîn wê di berjewendiya mûhafazakarên endazayar de were bi encamkirin.

-Dibin bandora pêwîstiyên şerxwazên sîstemê de, ji bo li dijî dorpêçê bisekinin, naveroka wê di çarçoveya parastina dagirkeriya çil salan de tê diyarkirin. Ev jî dide nîşan ku hilbijartinên bên kirin jî şeklî ne.

-Rejîm sûd ji nakokiyên eşîrtî, çandî û mezhebî ya di nava civakê de digire, ji bo geşkirina rikaberiya di hilbijartinan de. Ev jî fêlbaziyeke kevn e û diyar e wê di vê hilbijartinê de jî esas bigire.

-Meclîs mîna hemû rêxistinên sîstemê projeyeke xwe ya çareseriyê ji bo pirsgirêkên gelan û bi taybet jî gelê Kurd nîne. Ev jî dide nîşan ku şeklî ye. Çavdêrî û pesendkirina Meclîsa Pasewanan wê berjewendiyên sîstemê û Komara Îslamî li ser berjewendiyên gelan re bigire.

-Meclîs heya niha jî yasayek ji bo eyaletên gelan û xwerêveberiyê pesend nekiriye.

-Meclîs weke navend û hêza yasadanînê, formeke rêxistinên şîdet û şer qezenc kiriye. Helwesteke xerap û çewisandina xwepêşandanên navborî esas girtiye. Her wiha kuştina berçav a kolberan bi awayeke birêkûpêk nimûneyên vê yên herî berçav e. Siyaseta înkar û bişaftinê bi qilifên yasayî ya parastina desthilatê dike. Neteweperestî, cinsiyetperestî û liberalîzmê pêş dixe û weke jehrê enjekteyî civakê dike.

-Parlemento mîna rêxistinên din ên sîstemêye û zilamsalar e. Ji ber siyaseta wê ya şerxwaz jî wekheviya jin û zilam a bi awayeke demokratîk berçav negirtiye. Ji ber vê jin ku nîvê civakê pêk tînin, divê boykota hilbijartinan bikin.

-Prensîbên demokratîk dixe bin lingan û hêmanên rêveberiyê li ser esasê desthilata yek netewe, yek dewlet, yek al, yek çand, yek ziman, yek dîrok, yek mezheb û tekperestiyê pêş dixe û bi hêz dike.

-Nerazîbûn û bêîtîatiya medenî ya dijî sîstemê, rêya yegane û radîkale dijî gendelî û zilma sîstemê.

-Gelê Kurd di demên din ên hilbijartinê de, her timî ji bo guhertinên bingehîn pêk werin, tevlî hilbijartinê bûye. Niha bendewariya sereke ev e ku weke bêîtîatiyeke medenî hilbijartinê bi awayekî çalak boykot bikin.

-Em KODAR û PJAK, em tenê hilbijartinek pesend dikin ku demokratîk be û li gel prensîbên demokratîk ên nexşerêya me ya me di sala 2018’an de ragihandî bigunce. Her wiha mafê gelan û gelê Kurd hebe bi awayekî fermî çarenûsa xwe diyar bikin. “