Welatiyên Bêgirê di rê de man, ‘pereyê mazotê’ yê qeyûm tune!

Şaredariya Bêgirê ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve qeyûm hatibû tayinkirin bi hinceta “ji bo mazotê pere tune” rê ne vekirin û ji ber berfê bi dehan kesan nekarin biçin navenda navçeyê û gundên xwe.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin rêya navçeya Bêgirê û gundan ji ber berfa zêde ya ji duh ve dibare hatibû girtin.

Tevî ku roja Duşemê (îro) berf lê nekir jî xebatên vekirina rêyan nehate kirin. Welatiyên Bêgirê ku li navenda Wan û navenda navçeyê asê man pirsgirêk ji rêveberiya şaredariya ku hatî dagirkirin re şand lê wiha bersiv hate dayîn “Pere tuen, ji ber mazot tune wesayîtên kar em nikarin derxin”.

Ji ber girtina rê bi dehan welatiyên Bêgirê bi wesayîtên xwe ve asê man. Beşek ji welatiyên navçeyê ku li cihê xwe man û beşek din jî tevî rewşa xirab a hewayê bi îmkanên xwe xwestin biçin navenda navçeyê.

Tevî rewşa xirab a hewayê welatiyên ketine rê wiha gotin; “Tevî talûke û şert û mercên giran ya rê em ê biçin em neçarin biin. Ji ber vê em ketin rê. Em li bendê ne ku rayedar bihestiyarbin.”