Şîrket bixwazin dikarin bi dehan milyar şûşeyên plastîk bi kar neynin

Şûşeyên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn yek ji wan madeyan e ku sedema qirêjiya hawirdorê ye. Tê gotin, eger şîrket alternatîfê pêşkêşî xebatkaran bike, bi dehan milyar şûşeyên kar dikarin neyên bikaranîn.

Saziya bi navê Waterlogîc li Ewropa, Bakurê Emerîka û Awûstralyayê li ser 6 hezar xebatkarên li şîrketên cuda lêkolînek kir. Li gorî encamên lêkolînê, ji ber ku metodên cuda ên vexwarinê nayên pêşkêşkirin, bi milyaran şûşeyên plastîk tên bikaranîn. 14 ji sedî yê van plastîkan ji bo ji nû ve bikaranînê tên vegerandin. Tenê 2 ji sedî ji nû ve tên bikaranîn.

Ji ber bikaranîna plastîkê, her roj bi hezaran ton plastîk li okyanûsan tên rijandin. Ev yek jî zindiyên li deryayê û eko-sîstemê ku ji bo mirovan nebe nabe, tine dike.

HERÎ ZÊDE LI SPANYA Û ELMANYAYÊ TÊ BIKARANÎN

Li gorî lêkolîna Waterlogîcê, li welatên pêşketî eger şîrket alternatîfan pêşkêşî xebatkarên xwe bikin, wê xebatkar neçar nemînin ku li kargehan şûşeyên plastîk bi kar bînin ên ji bo carekê tên bikaranîn. Li gorî lêkolînê li Elmanyayê ku nifûsa xwe 83 ji sedî ye salane 7.7 milyar şûşeyên plastîk tên bikaranîn, ên ji bo carekê tên bikaranîn.

Li Spanyayê ku nifûsa xwe 47 milyon e, hejmara şûşeyên li kargehan tên bikaranîn 8 milyar e.

HERÎ KÊM NORWÊC BI KAR TÎNE

Di lêkolînê de hate destnîşankirin, ku welatê herî zêde ji bo parastina hawirdor û atmosferê li kargehan hewl dide, Norwêc e. Li Norwêcê tenê 17 ji sedî yê şîrketan ava bi şûşeyên plastîk pêşkêşî xebatkarên xwe dike.