HBDH’ê li dijî leşkergeha TSK’ê çalakî li dar xist

HBDH’ê li Tûzlayê li dijî leşkergeha (Qişle) artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) li dijî Leşkergeha Serheng ÎbrahÎm Kendîrcî ya artêşa Tirk a dagirker ya li Tûzlayê çalakiyek lidarxist.

HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û got; “Piştî teqînên li pey hev bi dehan polîs hatin cihê çalakiyê, ji bajarên cûda gelek ambûlans û wesayîtên îtfaiyeyê sewqî herêma çalakiyê hate kirin. Hêzên me piştî çalakiyê bi silametî vegeriyan baregehên xwe. Dibin navê “Artêşa Bihêz Tirkiyeya Bihêz” li pey hev dengê teqînan bilind bû.”

‘LI TI DERÎ NE DI EWLEHIYÊ DE NE’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Hêzên me ji bo Komkujiya Cizîrê çalakî kir, dijminê gelê me tevî bi hezaran çek, zirxî li cihê baregeha ku weke kelh diparast careke dih hate nîşandan ku di leşkergehiyê de jî ne bi ewle ne. Komkujiya li Cizîrê hate kirin ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve îro jî didome. Faşîzma Erdogan zilma desthilatdariyê ye. Wê berdêla vê zilmê ji Erdogan û hevkarên wan bi giranî were pirsîn.”

HBDH’ê wiha jî got; “Yên ku gelê me, jin û berxwedêr qetilkirin, bajarên me bi bombeyan bi erdê re kirin yek di hedefa yekîneyên me de ne.”

‘EM Ê HESABÊ KOMKUJIYAN BIPIRSIN’

Herî dawî HBDH’ê got; “Li Cizîrê kujerên ku êşkence li cenazeyan kirin bila bizanin; hêzên me wê hesabê van komkujiyan bipirse; wê qereqol, leşkergeh û qesr we ne parêze! Cihên herî bi ewle yên we, wê nekare we ji hêzên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) biparêzin. Em HBDH radigihÎnin heta zilim û zordarî bidome wê heta serketinê hesab were pirsin. Em ê setenata qirker a faşîzmê hilweşînn.”