HDP: Trajediya 13 penaberan şerma mirovahiyê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo trajediya qerisîna 13 penaberan li Wanê got, "şerma mirovahiyê" ye.

Berdevka Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû li ser trajediya penaberan a li Ebexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Agaoglû got, "Hejmara mirovên ku di nava şert û mercên metirsîdar ên hewayê û cografyayê de dikevin ser rêya koçberiyê û jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Mixabin xemsariya civaka navneteweyî ya têkildarî vê pirsgirêkê dibe sedem ku bazirganiya mirovan a li qada navneteweyî zêde bibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Wan bûye yek ji wan bajarên veguheriye korîdora bingehîn a penaberên di ser Îranê re tên û hate gotin, "Di 6 mehên dawî de nêzî 100 penaber xeniqîn, qerisîn an jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeyên îro di çapemeniyê de hatin weşandin, cenazeyên 13 penaberên di ser Îranê re dihatin Wanê û qerisîn li Ebexê hate dîtin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Trajediyên mîna qerisîna 13 penaberan li Ebexê wê mîna şerma mirovahiyê bên bîranîn" û hate destnîşankirin ku di van trajediyan de hikumetên Îran û Tirkiye berpirsyarên sereke ne.

Di daxuyaniyê de bang li hikumetên Îran û Tirkiyeyê hate kirin ku di çarçoveya polîtîkayên li ser esasê mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê çareseriyê biafirînin.