Rêxistinên Elewiyan efûkirina Tûran Kiliç protesto kirin

Rêxistinên Elewiyan li pêşiya Wezareta Edaletê ya Tirk berdana bersûcê Komkujiya Sêwasê Ahmet Tûran Kiliç bi çalakiyekê şermezar kirin.

Rêxistinên elewiyan pêşiya Wezareta Edaletê ya Tirk berdana bersûcê Komkujiya Sêwasê Ahmet Tûran Kiliç ê li ser fermana Serokkomar Erdogan hat berdan şermezar kirin. Polîsan bi hînceeta destûr wernegirtine rêxistinên Elewiyan asteng kir.

Li ser vê yekê rêxistinan li ber avahiya Navenda Gitşî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin û dowîz hatin hildan.

Nûnerên partiyên siyasî û welatiyan jî piştevanî da rêxistinên Elewiyan.

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan diyar kir ku bi sedan girtiyên nexweş hene û ev girtiyên nexweş nayên berdan. Kaplan bertek nîşanî berdana Ahmet Tûran Kiliç da û got: “Bi efûkirina vê bersûcî tê wateya siberojê dîsa me bişewitînin. Ev îqtîdar bersûc ango qatilan meşru dikin. Yên Sêwazê şewitandin kesên AKP’ê ava kirin e. Em ê her li dijî vê bêhiqûqiyê derkevin.”

Kekê Gulsum Karababa ya di Komkujiya Sêwawê de jiyana xwe ji dest da Huseyîn Karababa bang li Serokkomar Erdogan kir û got: “Te qatilek bi pir girîng ji ber temenê wî berda derve. Ew ê ku zarokên min şewitandin e tu nikarî wî berdî û efû bikî. Dawiya diçe ku bila biçe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Piştre Sekreterê PSAKD’ê Onûr Şahîn li ser navê 200 sazî û dezgehan metna çapemeniyê xwend.