Nexweşa kanserê li balafirgehê hate girtin

Nexweşa kanserê Ayten Sarikaya Kesler dema ku çû Tirkiyeyê bi îdîaya "Heqareta li Serokkomar" hate girtin û niha li nexweşxaneyê ye.

Ayten Sarikaya Kesler (53) ku doh serê sibehê ji Swîsreyê hat Tirkiyeyê, li Balafirgeha Stenbolê di dema kontrola pasaportê de hate destgîrkirin.

Ji ber parvekirinên li Facebookê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" û "Heqareta li Serokkomar" hate destgîrkirin û ew birin qereqola balafirgehê.

Kesler heta nîvro li qereqolê hate hiştin û tevî ku li Edliyeya Bakirkoyê hate tespîtkirin ku nexweşa kanserê ye biryara girtina wê dan.

Kesler ku di dema dadgehê de ji ser hişê xwe çû, tevî ku li erdê dirêjkirî bû hewl dan rapora lêpirsînê pê bidin îmzekirin.

Kesler ji doh ve li nexweşxaneyeke taybet a li Bahçelîevlerê ye. Piştî ku Kesler hate ser hişê xwe ew birin Girtîgeha Bakirkoyê.

Parêzer Gulîzar Tûncer li ser rewşa Kesler agahî da û got, "Dadger û dozger êdî ji mirovbûnê derketine. Dadgerî êdî mîna yên li ber destê desthilatdariyê dixebitin."