BI DÎMEN

Şehîd Helmet û Şêx Seîd li Londonê hatin bibîranîn

Şehîd Helmet û Şêx Seîd li Navenda Civaka Kurd a Harringayê hatin bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser têkoşîna Helmet Gabar a li Başûrê Kurdistanê û berxwedana dîrokî ya Şêx Seîd û banga avakirina civaka demokratîk li ciwanan hate kirin.

Li paytexta Îngiltere Londonê ji bo endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ku di 26'ê Hezîrana 2019'an de şehîd bû û Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin li Navenda Civaka Kurd a KCC-Harringayê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Brîtanya, Tevgera Azadî, Ciwanên Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komeleya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) û Civaka Kurd a Demokratîk a Brîtanyayê ve hat lidarxistin, bûn.Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan, helbest hatin xwendin û axaftin hatin kirin.

'HEVAL HELMET PÊŞENGÊ ME BÛ'

Ji Tevgera Azadî Beyan Elî Mustafa axaftina vekirinê kir û got, "Heval Helmet pêşengê me bû. Wekî hevrêyekî Rêber Apo, xwe di rêya azadiyêye feda kir. Bi taybetî bi gelê Başûrê Kurdistanê re têkoşîneke mezin meşand."

Piştre, li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Nûnerê Tevgera Azadî Kamran Şiwanî got, "Helmet kesayetek bi dîsîplîn, pêşengek û perwerdekar bû. Bi sedan ciwan perwerde kir. Ti carî di avakirina Kurdê Azad newestiya. Îro jî, tovên ku wî li Başûrê Kurdistanê çandiye hîn jî şîn dibin."

'ŞÊX SEÎD SEMBOLA HEQÎQETÊ YE'

Serokê Tevgera Îslamî ya Hemdem û Nûjen a Kurdistanê Hafiz Ahmet Turhali li ser  berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî ev tişt got: "Di pêvajoya damezrandina komarê ya bi piştgiriya Îngilîstan û Fransayê li dijî Kurdistanê tinekirin ferz kirin û Şêx Seîd û Rêxistina Azadî li dijî vê serî hildan. Gotina 'Me edalet dixwest, we cezayê darvekirinê da' qîrîna gel a li dijî darvekirinê bû."

Ji Meclîsa Gelê Kurd Îshak Mîlanî jî got, "Şehîd Helmet li Başûrê Kurdistanê û dîroka têkoşîna Kurdan şopeke pir mezin hişt. Ev kevneşopiya ku bi berxwedana Şêx Seîd dest pê kir, bi Helmetan, Gulistan Tara û Hêro Behadîn berdewam kir. Helmet şopdarê xeta Şêx Seîd û xeta Rêber Apo bû û bi deh hezaran ciwan li pey xwe hişt."

'WEK MALBATA WÎ EM Ê BIBIN PARÇEYEK PÊVAJOYA CIVAKA DEMOKRATÎK’

Birayê Şehîd Helmet Berkan Gabar ê ku beşdarî bîranînê bû, hestên xwe wiha anî ziman: "Helmet ne tenê ji bo malbata me, ji bo tevahiya Kurdistanê nirxek e. Em li ber bîranîna wî xwe kêm dinbînin. Weke malbata wî, em jî dibêjin ku em ê bibin parçeyek ji pêvajoya civaka demokratîk û avakirina aştiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin."

'JIYANA WÎ BI SERÊ XWE MANÎFESTOYEK BÛ'

Ji Tevgera Gorran Sîrwan Seîd bi gotina "Jiyana şehîd Helmet bi serê xwe manîfestoyek bû" bal kişand ser xeta têkoşînê.

'RÊYA HELMET, RÊYA ME YE'

Peyama Komîteya Înîsiyatîfa Başûrê Kurdistanê Têkoşer a Birminghamê hate xwedin. Di peyamê de ev tişt hate gotin:

"Şehîd Helmet ewladekî jîr û berxwedêr ê Başûrê Kurdistanê bû. Jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir. Li dijî dewletên netewe-mêtinger ên ku Kurdistan parçe kirin têkoşiya. Hilbijartina rêya azadiyê karê dildarên wêrek e. Şehîd Helmet pasîfbûnê red kir û hemû hêza xwe da têkoşîna hebûna gelê Kurd. Ew kesekî ku dinivîsand, dixebitî û pêşengî dikir bû. Ew ji bo nirxên ekolojiyê, wekheviya zayendî û mirovahiyê berxwedêrekî dilsoz bû. Ev hemû nirx di paradîgmaya Rêber Apo de cih digirin. Rêya Helmet îro ji bo me erkekî pîroz e."

PEYAMA RÊBER APO HAT XWENDIN

Di bîranînê de peyama Rêber Apo ya li ser salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî hate xwendin.

Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.