Guven: Dawiya AKP'ê wê bi destê Kurdan be

Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin û got, "Dawiya AKP'ê wê bi destê Kurdan be. Dawiya wan nêz e."

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven beşdarî karê rêxistina HDP'ê ya Stenbolê yê ji bo kongrya mezin bû. 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê wê di 23'ê Sibatê de pêk were.

Di vê çarçoveyê de li oteleke li navçeya Fatîhê tevlî hevdîtina bi komeleyên herêmê re bû.

Tevî Guven parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglû û Meral Daniş Beştaş jî amade bûn. Hevserok û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan û rêveberên gelek komeleyan jî di civînê de amade bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci di civînê dedestnîşan kir ku gelê Kurd hîn bi rengekî xurt û rêxistinî dest bi vê sedsalê kirin.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bi bîr xist ku komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji bo şikandina îradeya gelê Kurd ji aliyê gelek dewletan ve hate kirin.

Guven got, "Lê belê berxwedana pêşeng û rêxistiniya gelê Kurd destûr neda vê tarîtiyê. Birêz Ocalan ev komlo pûç kir. Ocalan 22 sal in bi tena serê xwe li ber xwe dide. Li hemû zindanan tecrîd dewam dike. Li dinyayê yê ku herî zêde hate tecrîdkirina Nelson Mandella bû ku 18 salan tecrîdkirî ma. Lê belê Birêz Ocalan 22 sal in tecrîdkirî ye. Ew dixwazin ku Kurd li hev kom nebin. Ji ber vê yekê jî hewl dan hemû hewldanên ji bo yekîtiyê têk bibin. Hewl didin pêşî li belavbûna nêrînên Ocalan bigirin. Ji ber vê yekê em ketin greva birçîbûnê."

'DAWIYA AKP'Ê WÊ BI DESTÊ KURDAN BE'

Guven ragihand ku li gel berxwedanê encama derketiye holê têrker nîne û got, "Em çima di vê rewşê de ne, divê em baş li ser vê bifikirin."

Guven destnîşan kir  ku ew hêz û morala xwe ji felsefeya Ocalan werdigirin û got, "Li Rojhilata Navîn krîzeke giran heye. Her kes tiştekî dibêje, lê projeya ti ji wan nîne. Yekane yê xwedî proje Birêz Ocalan e."

Guven ragihand ku gelê Kurd wê bêstatubûnê êdî qebûl neke û got, "Dawiya AKP'ê wê bi destê Kurdan be. Dawiya wan nêz e. Em ê berxwedanê mezin bikin û bi ser bikevin."

Guven herî dawî bal kişand ser girîngiya kongreya mezin û bang li komeleyan kir ku bi xurtî tevlî bibin.