ROJEVA 12'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2020'an.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, armanca komployê ew e ku sed salên din bi Kurdan bide windakirin. KCK'ê banga yekîtiya neteweyî kir.

Komploya sed salî - 1: Destpêkirina raperîna bi pêşengiya Şêx Seîd a 15'ê Sibata 1925'an ku bi provokasyonekê bêyî amadekariya wê biqede dest pê kir, destpêka komplo, xiyanet û qirkirina li ser gelê Kurd e.

Ji fermandarên YJA Starê Laleşîn Cûdî destnîşan kir, êrişa li ser Bakurê Sûriyeyê dewama komploya 15'ê Sibatê ye.

Şaxê Îtalyayê yê Heyva Sor a Kurdistanê li ser hovîtiya DAÎŞ'ê dokûmanterek nîşan da. Dokûmanterê li Îtalyayê gelekî bal kişand.

Li Lubnanê çar meh in li dijî çîna siyasî raperîna civakî heye. Di encama raperînê de hikumet hilweşiya. Hikumeta nû di 11'ê Sibatê de dengê pêbaweriyê wergirt. Protesto dewam dikin.

Zarokên kesên ji welatên Skandînavyayê çûn Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ'ê bûn, li kampa El Hol in. Vê mijarê li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê rê li ber nîqaşeke berfireh vekir û dibe sedema krîza hikumetan.

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir ku Çemê Dicle û Baxçeyê Hevselê hev xwedî dikin û got: “Hikûmet bi polîtîkayên hişmendiya bazirganiyê nêzî Baxçeyê Hevsel û Çemê Dîcleyê dibe û dixwazin çavkaniya jiyanê ji bajar bibirin. Ji ber Çemê Dîcle heta cihekê bê statu ye û dibe hedefa sermayedaran.”