Yekîneyên Tolhildanê li dijî rêveber û hevkarên AKP'ê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê li dijî rêveber û hevkarên AKP'ê çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî û Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li dijî komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî li Stenbolê çalakî kirin.

Li ser çalakiyan jî hate gotin, "Endamên me yên Yekîtiya Tolhildanê ya Sorxwîn Roboskî di 9'ê Sibatê de li kolana Kalfa Çeşmesî ya taxa Altûnîzade ya navçeya Uskudar a Stenbolê, li dijî restoranteke du qatî ya hevkar-nokerekî çalakî li dar xistin. Endamên me restoranta du qatî şewitandin.

8'ê Sibatê saet di 23:00 de li dijî wesayiteke luks a rêveberê AKP'ê çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayit hate şewitandin. Ji ber ku şewat bi avahiya ew şexs lê bû ket, polîs û arkuj sewqî herêmê bûn."

HEVKAR HATIN HIŞYARKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevkar, noker, sîxur û dizên dewlemend ên ku qaseya şer a AKP'ê tijî dikin, her wiha her kes û saziyên ku piştgiriya şerê li dijî gelê Kurd dikin bila zanibin; kargehên we, malên we, saziyên we, bi kurtasî her qada we ya jiyanê di hedefa me de ne. Di her kêliyê de li her cihî hûn ê li çalakiyên me rast bên. Ya hûn ê piştgiriyê nedin şerê li dijî Kurdan ya jî hûn ê bibin hedefa çalakiyên me yên tolhildanê.

Bi hêrsa 21 salan a li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê em ê çalakiyên xwe mezintir bikin. Her roja ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad nebûye, sedema me ya çalakiyan e. Em ê jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin û li dijî komploya 15'ê Sibatê hemû çalakgerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê çalakî kirine silav dikin."