Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Şirnexê hatine qetilkirin, kom bûn

Dayikên Şemiyê daxwaz kirin ku kujerên 5 kesên ku beriya 32 salan li Şirnexê hatin qetilkirin, bên darizandin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin bipirsin, di hefteya hezar û 57’an a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Omer Çetîn, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak û Abdullah Guler hate vegotin ku Hezîrana 1993’yan li gundê Hirareş ê navçeya Basa ya Şirnexê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin binçavkirin û piştî 19 salan cenazeyên wan hatin dîtin.

Di çalakiyê de qurnefîl hatin danîna Qada Galatasarayê.