Li Marsilyayê banga ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ hat kirin
Li Qada Saint Charles a Marsilyayê bi çalakiyekî girseyî ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistana Azad banga rêxistinbûnê hate kirin.
Li Qada Saint Charles a Marsilyayê bi çalakiyekî girseyî ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistana Azad banga rêxistinbûnê hate kirin.
Li bajarê Marsilya yê Fransayê bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ çalakiyekî girseyî hate lidarxistin. Ciwanên Kurd û komên enternasyonel ku bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ên Fransa ile Collectif Internationaliste Marseille Kurdistan (CIMK) li hev civiyan, daxwazên xwe yên ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Kurdistana Azad’ bilind kirin.
Nûnerên tevgerên çep ên Fransayê yên wekî La France Insoumise (LFI) û Jineoloji Provence jî piştgirî dan çalakiyê.
‘LI HER QADÊ BIRÊXISTIN BIBIN’
Ciwanên ku pankartên gotinên Rêbertî li ser nivîsîbûn hilgirtin, danezanên Fransî ya ji bo nasandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo belavî gel kirin.
Di daxuyaniya li ser navê ciwanan de pêwîstiya ji nû ve rêxistinbûnê ya li ser vê paradîgmayê bi van gotinan hate destnîşankirin: “Ji bo ku bibin xwendevan û hevrêyek layiqê Rêber Apo, xwe li mal, dibîstan, li cihê kar û li her qadê ku em lê ne xwe birêxistin bikin.”
BERPIRSIYARIYA CIWANAN A LI HEMBERÎ MANÎFESTOYÊ
Di çalakiyê de manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî balê kişand. Ciwanan vê manîfestoyê ji bo têkoşîna xwe wekî xala werçerxê nirxandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku modernîteya kapîtalîst ciwanan ber bi tarîtiyekî çandî ve dihirikîne û banga berxwedana li dijî asîmîlasyonê li ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate kirin.
‘DIVÊ CIWAN DI RÊXISTINBÛNA CIVAKÎ DE CIH BIGIRIN’
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ciwan bi pêşxistina hişmendiya komunal di nava avaniyên demokratîk de rolekî çalak bilîze û banga tevlîbûna li meclîsên bajer û rêxistinên civakî li ciwanan hate kirin.
PIŞTEVANIYA ENTERNASYONEL
Nûnerên LFI û Jineolojiyê diyarkirin ku têkoşîna ciwanên Kurd xwe dispêre nirxên gerdûnî û peyamên piştevaniyê dan.
Çalakî bi vê bangê bi dawî bû: “Carekî din bi dînamîzma ciwanan di piştevaniya enternasyonel de bicivin; Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad û Birêxistinkirî ava bikin!”
Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedaiyê Rêber Apo’ye” bi dawî bû.