Tercîheke ji neçarî li ser gelê Îranê tê ferzkirin

Gelê Îranê wê di 21'ê Sibatê de biçe ser sindoqê û di hilbijartinekê de ku partiyên siyasî nînin neçar bimînin tercîhekê bike. Konseya Parastina Destûra Bingehîn serlêdana bi hezaran kesî red kir.

Ji bo hilbijartinên parlamenta Îranê ku ji 290 parlamenterî pêk tê, kêmî du hefteyan ma. Serlêdana bi hezaran kesên xwestin bibin namzet ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve hate redkirin. 90 ji wan kesan jî parlamenter in.

Li Îranê, di demekê de ku aloziya bi DYE'yê re giran e (21'ê Sibatê) wê hilbijartinên parlamentê pêk werin. Ji bo hilbijartina giştî ku piştî avabûna rejîma bû cara 11'an e pêk tê, dema ji bo serlêdanê ya namzetan tenê hefteyek bû. Serlêdanan di 1'ê Kanûna 2019'an de dest pê kirin û 8'ê Kanûnê bi dawî bûn. Bi hezaran kesî ji bo namzetiyê serlêdan kirin. Konseya Parastina Destûra Bingehîn serlêdana gelekan ji wan red kir. Lê belê heta niha lîsteyek nehatiye eşkerekirin.

KONSEYA PARASTINA DESTÛRA BINGEHÎN SAZIYA BIRYARDANÊ YE

Konseya Parastina Destûra Bingehîn ji 12 endman pêk tê. 6 ji wan yekser ji aliyê lîderê olî yê Îranê Xamaney ve tên tayînkirin. 6 endamên din jî ji aliyê kesên dadgerên Îranê ve pêk tên ku parlament wan qebûl dike. Ev kesên ku tên destnîşankirin divê ji aliyê Xamaney ve bên pejirandin. Konsey di sala 1979'an de ji aliyê Xûmeynî ve hate avakirin û salên piştî avakirinê Serokkomarê Îranê yê demekê Haşîmî Rafsancanî serokatiya konseyê kir. Serokê niha yê konseyê Ahmed Cennetî ye ku oldarek e. Alîkarê serok jî Mûhammed Riza Alîzade yê hiqûqnas e, berdevkê wê Abbas Alî Kedhudayî ye. Endamên xwe yên din ên oldar Mahmûd Haşimî Şahrûdî, Mûhammed Riza Muderrîsî Yezdî, Mûhammed Mûmen, Mehdî Şabzendedar û Mûhammed Yezdî ne. Endamên din ên hiqûqnas jî Fazlûllah Mûsevî, Sam Savedkûhî, Mûhsîn Îsmaîlî, Siyamed Rahpeyk û Necatûllah Îbrahîmiyan e.

YÊN KU SERLÊDANA WAN A JI BO NAMZETIYÊ NEHATE QEBÛLKIRIN

Hefteyek beriya hilbijaritnê wê lîsteya namzetan bê eşkerekirin. Hate ragihandin ku serlêdana gelek kesan ji ber hincetên cuda nehate qebûlkirin. Di nava kesên ku namzetiya wan nehate qebûlkirin de 90 parlamenterên Şûra Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê jî hene.

Di nava kesên serlêdana wan nehate qebûlkirin de gelek kesên naskirî jî hene. Yek ji wan jî zavayê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî Kambiz Mehdîzade, yek jî parlamenterê Tehranê Alî Moteharî ye ku kurê parêzvanê sereke yê îdeolojiya Xûmeynî û şîrovekarê wê Mûrtaza Moteharî ye.

Parlamenter û cihê wan ê parlamenteriyê yên ku serlêdana wan a ji bo namzetiyê nehate qebûlkirin ev in: Resul Xizrî-Pîranşar, Alî Akbrî-Şîraz, Mistefa Zolqedir-Mînab, Welî Melikî-Mişkîn, Ferhad Tecerî-Serpel Zehaw, Qasim Mîrzayî Nîku-Demawend, Xolamreza Heîderî-Têhran, Xolamreza Şerefî-Abadan, Mohemed Ebrahîm Rezayî-Xomeîn, Mecîd Nasêrînejad-Şadgan, Ebdalhmîd Xidrî-Buşehir, Mohamed Alî Purmoxtar-Kebuder Aheng, Xolamreza Kateb-Germsar, Remezan Alî Sobhanîfer-Sebzêwar, Behruz Bonyadî-Kaşmer, Mesud Guderzî-Memesenî, Amîr Xocesteh-Hemedan, Nadir Qazîpur-Urmîeh, Mohsen Kuhken-Lencan, Hoseîn Meqsudî-Sebzewar, Behram Parsayî-Şîraz, Mohemed Damadî-Sarî, Behruz Nemetî-Tehran, Mensur Moradî-Qorwe, Mesumeh Aqapur-Şebester, Ahmed Himetî-Sêmnan, Hosîeyn Neqewy Hoseînî-Weramîn, Mohemed Bîranwend-Xoremawa, Mohemed Feîzî-Erdebîl, Mesud Rezayî-Şîraz, Mohemed Kazemî-Melayr, Alî Moteherî-Tahran, Abdolkerîm Hoseînzadeh-Neqedeh, Teîbeh Sîawoşî-Tehran, Hemîdeh Zerabadî-Qezvîn, Fatemeh Seîdî-Tahran, Xolam Alî Ceferzadeh- Reşt, Mohamad Sadeqî-Tehran, Alîrêza Rehîmî-Tahran, Hoseîn Rêzazadeh-Kazerun, Azîz Ekberyan-Kerec, Mohemed Cewad Keulîwend-Kerec, Ebdolrê Azîzî –Şîrwan, Alyas Hezretî-Tehran, Alî Weqfçî-Zencan, Şemsallah Şeriatnejad-Ramser, Amîr Kebî-Abadan, Mohamadelî Şaerî-Behşehr, Mohemedmehedî Êfêtxarî-Fumen, Alî Golmradî-Mahşehir, Eynollah Şerîfpur-Maku û Ebex, Abdoallh Samrî-Xoremşehir, Hoseîn Afzalî-Aqlîd, Hemîd Benayî-Gonabad, Abasalî Purbafranî-Nayîn, Alaaldîn Xadem-Spîdan, Nêgehban Selamî-Xaf û Reştxar, Hoseîn Niyazazrî-Babol, Nasir Şerîfî-Bender Lingeh û Cask, Mensur Moradî-Qirweh, Alîasxer Yusofnijad-Sarî, Hemîd Benayî-Gonabad, Şehab Nadêrî-Pawe, Alî Sarî-Ahwaz, Mohemedrêza Tabêş-Ardekan, Hadî Behadorî-Urmiye, Celal Mehmudzadeh-Mehabad, Şehruz Berzger-Selmas, Mostefa Zolqedir-Mînab, Dawud Mohemedî-Tahran, Mohemdbaqêr Seadet-Buşehir, Alî Kazmî Babaheîder-Ardel, Mehmud Mehmudî Şahnêşîn-Şehryar, Esedollah Qerêxanî-Elîabad Kotul, Mohemed Bast Drazhî-Serawan, Ahmed Bîgdêlî-Xodabendeh û Mohemedreza Rêzayî Kuçî-Cehrom.

YEK JI SÊ PARÊN PARLAMENTÊ

Qebûlnekirina namzetiya 90 ji kesên serlêdan kirin tê wateya yek ji sê parên parlamentê. Li parlamentê 290 parlamenter hene. 5 jê ji kontenjana hindikahiyan e. Du ji kontenjana hindikahiyan Yahûdî ne, 1 Zerdeştî ye, 1 Asûrî ye, 1 Keldanî ye. Heta niha jinek an jî Sûniyek nebûye Serok an jî Alîkarê Serokê Parlamenta Îranê. Ev rewş bi qanûnekê hatiye misogerkirin.

DI DEMA ŞAH DE HILBIJARTIN DIHATE KIRIN

Di dema ku Îran bi sîstema şah dihate birêvebirin, çar salan carekê hilbijartin dihate kirin. Namzet ji bo bikevin Meclîsa Milî li ber xwe didan. Wê demê jî gelek serlêdan bi hincetên cuda dihatin redkirin. Di dema Şahî de û ji sal a1979'an û vir ve ji her bawerî, gel, çand û civakê kesên dixwestin bibin parlamenter serlêdan dikirin. Tenê yên ku digotin komunîst in serlêdana wan nedihate qebûlkirin. Serlêdana wan bi rengekî qanûnî hatibû astengkirin.

HILBIJARTINA DESTPÊKÊ YA DEMA XÛMEYNÎ

Piştî ku Xûmeynî di dawiya sal a 1979'an desthilatdarî bi dest xist, hilbijartina destpêkê di 14'ê Adara 1980'î de pêk hat. 3 hezar 954 kes ji bo bikevin parlamentê serlêdan kirin, 234 ji wan hatin hilbijartin. Rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartina destpêkê 52.14 ji sedî bû.

Elî Ekber Haşimî Rafsancanî bû serokê parlamenta destpêkê. Mûhammed Yezdî, Mûhammed Mûsevî û Hebîbella Eskerevladî bûn alîkarên wî. Mûhammed Elî Recaî ku yekî nêzî Xûmeynî bû weke serokwezîr hate tayînkirin.

HILBIJARTINÊN PIŞTÎ ÇAR SALAN

Bi desthilatdariya Xûmeynî re navê Komara Îslamê ya Îranê li Îranê hate kirin. Gel di 15'ê Nîsana 1984'an de ji nû ve çû ser sindoqan. Dengdana ku 15'ê Nîsanê dest pê kir heta 17'ê Gulanê dewam kir û 32 rojan dom kir. Rêjeya tevlîbûnê jî 64.64. ji sedî bû. Vê carê ji nava Hezar û 592 kesî 270 kes hatin hilbijartin.

Haşimî Rafsancanî û alîkarê wî Mihemed Yezdîn li şûna xwe man. Li şûna Mûhammed Mûsevî jî Mehdî Kerûbî û Mihemed Mehdî Rebanî Emleşî bûn alîkar. Di dema destpêkê de Mîr Huseyîn Mûsevî ku alîkarê Rafsancanî bû weke serokwezîr hate tayînkirin.

SEROKWEZARETÎ HATE RAKIRIN

Hilbijartinên 3'emîn ên li Îranê di navbera 8'ê Nîsan-13'ê Gulana 1988'an de hate kirin. Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûnê 59.72 ji sedî ye. Ji nava Hezar û 999 kesî 270 kes hatin hilbijartin. Haşimî Rafsancanî û Mehdî Kerûbî li şûna xwe man. Mîr Huseyîn Mûsevî jî careke din bû serokwezîr. Ji ber ku Xûmeynî mir Alî Xûmeynî kete şûna wî. Ji ber ku şerê navbera Îran û Iraqê yê sala 1979'an dest pê kir bi dawî bû, serokwezaretî hate rakirin. Serokkomariya Îranê derbasî statuya serokatiya dewletê bû.

MÎR HUSEYÎN 11 SAL IN LI MALÊ GIRTÎ YE

Mîr Huseyîn Mûsevî ku di dema Xûmeynî de serokwezîr bû û bi Haşimî Rafsancanî re wezîfeya serokwezaretiyê kir, di sala 2009'an de ji bo Serokkomariyê bû namzet. Mîr Huseyîn M ûsevî li dijî Mahmûd Ahmedînejad tevî Mehdî Kerûbî ku 11 salan bênavber serokatiya parlamentê kir bû namzet. Bi hinceta ku di hilbijartinê de fen hatiye kirin îtiraz kir. Piştî ku îtiraz nehate qebûlkirin gelê Îranê dakete qadan. Mîr Huseyîn Mûsevî û Mehdî Kerûbî jî tevlî xwepêşandanan bû. Piştî ku xwepêşandan hate tepisandin Mîr Huseyîn Mûsevî û Mehdî Kerûbî bi cezayê girtina li malê hatin cezakirin. 11 sal in bi vî rengî girtî ne.

RAFSANCANÎ JI ŞÛNA XWE RABÛ

Hilbijartina 4'emîn di 10'ê Nîsana 1992'an de hate kirin. Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûnê 57.81 ji sedî ye û 3 hezar 233 namzetan li ber xwe dan.

Alî Ekber Nadiq Nûrî li şûna Rafsancanî bû serokê parlamentê. Serokkomarê niha Hasan Rûhanî û Hoseyîn Haşemiyan û Ekber Perweriş bûn alîkarê wî.

HILBIJARTINA BI TEVLÎBÛNA MEZIN

Li Îranê hilbijartina ku tevlîbûna wê herî zêde bû di 8'ê Adara 1996'an de pêk hat, ku rêjeya tevlîbûnê 71 ji sedî bû. Nadiq Nûrî û Hasan Rûhanî li şûna xwe man, Mihemed Elî Movahêd Kermanî jî bû yek ji alîkaran.

MEHDÛ KERÛBÎ BÛ SEROK

Hilbijartina 6'emîn di navbera 18'ê Sibatê û 5'ê Gulana 2000'î de pêk hat. 6 hezar 853 namzetan li ber xwe dan û rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê 67.35 ji sedî bû. Mehdî Kerûbî ku ji sala 2009'an li malê girtî ye wê demê bû Serokê Parlamentê. Behzad Nebewî û Mihemed Reza Xatemî bûn alîkarê wî.

HILBILJARTINA BI RÊJEYA HERÎ KÊM A TEVLÎBÛNÊ

Hilbijartina 7'emîn bi rêjeya tevlîbûnê ya 51.21 ji sedî bû ku di 20'ê Sibata 2004'an de pêk hat û 8 hezar û 173 kesî li ber xwe dan.

Xolam Huseyîn Hedad Adil bû serokê parlamentê. Mihemed Reza Bahoner û Mihemed Huseyîn Ebûtûrabî Ferd bûn alîkarê wî.

TENÊ LARÎCANÎ LÊ ZÊDE BÛ

Di hilbijartinên 14'ê Adara 2008'an û 2'ê Adara 2012'an de guhertineke mezin nebû. Rêjeya tevlîbûnê û hejmara namzetan nêzî hev bûn. Yekane tişta hate guhertin ew bû ku Alî Larîcanî di hilbijartina 2'ê Adara 2012'an de bû serokê parlamentê.

DI DEMEKE KRÎTÎK DE HILBIJARTIN TÊ KIRIN

Hilbijartina 10'emîn di navbera 26'ê Sibatê û 29'ê Nîsana 2016'an de hate kirin. Rêjeya tevlîbûnê jî 61.83 ji sedî bû. 12 hezar û 72 kesî ji bo namzetê serlêdan kirin. Serokê Parlamentê Alî Larîcanî li şûna xwe ma. Mesûd Pêzêşkiyan û Ebîdol Reza Mesrî bûn alîkarên wî.

Gelê Îranê di 21'ê Sibata 2020'an de cara 11'an diçe ser sindoqê û di hilbijartineke ku partiyên siyasî tê de nîne wê neçar bimîne ku tercîha xwe bike. Vê carê di demekê de ku herî zêde gel rabû ser piyan, rewşa civakî û siyasî tengav e hilbijartin tê kirin.

Qanûna Partiyên Siyasî di sala 1981'ê de hate qebûlkirin erka pejirandin û kontrolkirinê radestî Wezareta Karên Hundir hate kirin. Wezareta Karên Hundir jî bi rêya komîsyonên ku partiyan ava bike xwedî erka kontrolkirinê ye. Heta niha 221 partî û komeleyên qeydkirî hene. Ji ber ku sîstemeke ji gelek partiyan pêk nayê, piraniya partiyên heyî di asta rêxistinên civakî yên sivîl de ne. Di hilbijartinên parlamentê, serokkomariyê û meclîsa pisporan de mirov bi rengekî serbixwe dibin namzet. Lewma partiyên siyasî nikarin kar bikin. Tevî vê yekê nikarin li parlamentê koman ava bikin. Di hilbijartinan de tifaqên 'eniyê' tên avakirin.