Bozgeyîk: AKP şertên xebatê ya bê ewlehî mayînde dike

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên lîberal şertên xebatê ya bê ewlehî mayînde dike û bi krîza ekonomîk re wê êrîşên li ser kedkaran zêdetir bibe.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk sala 2019 û 2020’an ji aliyê karkeran ve nirxand. Bozgeyîk diyar kir ku sala borî ji bo karkeran saleke dijwar bû.

Bozgeyîk got ku “Bi taybetî piştî hewldana derbeya di 15’ê Tîrmeha 2016’an de, bi pêvajoya Rewşa Awarte re, li ser mafê xebatê êrîşên giran hate kirin. Di sala 2019’an de bi krîza ekonomîk re, ev êrîş zêde bû. Gelek karker ji kar hatin avêtin, fabrîke hatin girtin. AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên neo-lîberal re awayê îstîhdama bi kadro rakir.

GREV HATIN QEDEXEKIRIN

Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pergala parlementer hate rakirin û ji dêvila wê pergala Seroktiyê hat. Bi vê rejîmê re derbarê saetên xebatê û awayê xebatê ya li gorî performansê kete meriyetê. Di vê pêvajoyê de daxwaza me ya meaşan bi cih nehat, grev hatin qedexekirin. Li hemberî gelek çalakiyên ji bo azadiya ramyarî û fikrî, devjêberdana polîtîkayên antî demokratîk û ji bo ewlehiya karkeran, êrîş hate kirin.

Bi taybetî piştî hilbijartina 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê AKP kete nav krîza ku nikare welat bi rê ve bibe. Ji ber vê rejîma bi zextan û polîtîkayên ekonomîk, budçeya Tirkiyeyê qels ma, ji ber vê jî krîzeke mezin pêk hat. Dema em li meaşê asgarî dinihêrin em dibînin ku di biniya sînorê hejariyê ye.

Di sala 2019’an de ji bo derbaskirina krîza ekonomîk, bi polîtîkayên bacê li ser gel hin qanûn pêk anîn. 22,2 ji sedî bac hatin zêdekirin. Elektrîk, gaz, xurekên sereke hemû biha bûn. Dema em li dawiya sala 2019’an û li destpêka sala 2020’an dinihêrin em dibînin ku enflasyon 12,5 ji sedî ye.”

KEDKAR HATIN TASFIYEKIRIN

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên lîberal şertên xebatê ya bê ewlehî mayînde dike û got ku “Bi taybetî piştî Rewşa Awarte hemû kedkarên mûxalifên xwe tasfiye kir û li ser senteza Tirk-Îslam pêşiya kadrobûnekê vekir û desthilatdarî hemû kesên li ser fikra xwe îstîhdam dike.

Bi taybetî qeyyûmên li ser şaredariyên HDP’ê hatine peywirdarkirin, êrîş li me jî hate kirin. Nêzî 1700 kedkar ji aliyê qeyyûman ve ji kar hate derxistin. Peymana 3500 hevalên me yên endamên Genel-Îş’ê yan hate betalkirin û yan jî ji kar hate derxistin.”

Bozgeyîk diyar kir ku wê di sala 2020’an de jî ev krîz bidome û got ku, “Em dibînin ku ji bo perwerdehî, tendirustiyê budçe nayên veqetandin. Ji dêvila van tiştan ji bo hêzên paramîlîter û ji bo polîtîkayên şer budçe tên veqetandin.”