Li sê bajaran banga berdana girtiyên nexweş hate kirin
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û li Enqereyê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatin li darxistin de daxwaza demildest berdana girtiyên nexweş hate kirin.
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û li Enqereyê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatin li darxistin de daxwaza demildest berdana girtiyên nexweş hate kirin.
Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya 692’yemîn a ji bo girtiyên nexweş li ber avahiya komeleyê ya li navçeya Beyoglû a Stenbolê li dar xist. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) ê ku di Girtîgeh Tîpa T a Qûbînê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin”, “Mirov bi mafê xwe ve mirov e”, “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de hate xwestin ku endama ÎHD’ê Hatîce Onaran a ku li Girtîgeha Gebze ya Jinê tê ragirtin bê berdan.
Metnê daxuyaniyê ji aliyê Rêvebirê ÎHD Nazim Dîkbaş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ravekirin ku Mehmet Emîn Çam, nexweşê bi ûra mêjî, dil, gurcikê ye û du caran qeyrana dil derbas kiriye.
BANGA KEÇA ÇAM
Dîkbaş, nameya keça Çam a ku ji bo komeleyê şandibû xwend: “Cara dawî ku ez çûm hevdîtina bavê xwe, bi zehmetî dimeşiya. J imin re wiha got ‘keça min, min du caran di dil de operasyon derbas kir, rexmê ewqas nexweşiyan raporên neyînî didin min.’ Ji bert emen û nexweşiyên wî divê li derve be din ava mercên girtîgehê de nayê tedawî kirin. Em wek malbata wî bangî Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê dikin. Guh bidin dengê bavê min û girtiyên nexweş ên wek bavê min.”
Daxuyanî bi diruşma “Tedawî heq e nayê astengkirin” ve bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmirî, vê heftê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimrin, bê deng nemine, nebe şirîkê sûc” hate vekirin. Metnê daxuyaniyê yê Kurmancî Hevseroka Şaxa ÎHD a Îzmîrê Zîlan Gumuş, yê Tirkî jî Rêvebirê Şaxa ÎHD a Îzmîrê Yûsûf Dagkaya xwend. Di çalakiya vê bal kişandîn ser rewşa girtiya nexweş Felem Aker a ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek nexweşiyên Felem Akerê hene û ji ber vê divê li girtîgehê neyî ragirtin.
Her wiha di daxuyaniyê de ji bo Felem Akerê, daxwaza tehliyeyê hate kirin.
ENQERE
Însiyatîfa Azadî Bo Girtiyên Nexweş, di 564’emîn hefteyê de çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Davût Ongun.
Metna daxuyaniyê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci xwend. Di metnê de hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Davût Ongun ev 10 sal in li Girtîgeha Tîpa S Çarşamba a li Samsûnê tê ragirtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate desnîşan kirin ku rapora Ongun a astengiya zîhnî ya ji sedî 59 astengdar heye û nexweşê epîlepsî ye.
Daxuyanî piştî berzkirina diruşman bi dawî bû.