ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Di salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî de li gelek bajarên Ewropayê meşên dirêj ên şermezarkirinê pêk tên. Meşên dirêj wê bên şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, armanc û planên komploya navneteweyî hatine qelskirin, lê belê bi temamî nehatiye pûçkirin.

Li Wanê dawî li mirina penaberan nayê. Di nava sala dawî de 50 penaber qerisîn, jiyana xwe ji dest dan. Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melet got, "tedbîrên ewlekariyê' dibin sedema mirina mirovan.

Ciwanên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan li bajarê Til Temirê li hev kom bûn û Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ava kirin. Serokê Meclîsê Brûsk got, "Ciwanên gelên herêmê ji bo li dijî dagirkeriyê têbikoşin li hev kom bûn."