Li Wanê 30 penaber beriya ku biqufilin hatin dîtin

Li navçeya Westan a Wanê zêdetirî 30 penaber beriya ku biqufilin (qerisîn) hatin dîtin.

Li peravên gola Wanê zêdetirî 30 penaberên ku terka wan hatibû kirin û beriya biqulifin hatin dîtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin penaberên ku ji Wanê bi keştiyê dixwestin bibin Bedlîsê li bejahiya Taxa În ya li peravê Gola Wanê ya navçeya Westanê dev ji wan hatibû berdan.

Kesên penaber dîtin agahî dan polîsan û li  ser îxbarê penaberên ku beriya biqulifin hatin rizgarkirin. Ji ber rewşa hewayê rêya taxê girtibû û tîmên ewlehiya peravê bi du keştiyan çûn herêmê.

Ji bo rizgarkirina zêdetirî 30 penaberan li îskeleta Akdamarê tîmên tenduristiyê, UMKE, AFAD û cendermeyan amadebûn.

Vê sibê şi taxa Sariçîmen a navçeya Ebex a Wanê, 13 penaber ji ber bager û berfê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê wan hê nehatiye dîtin.