Di operasyona li ser DEM Muzîkê de 1 jê zarok 6 kes destgîrkirin

Di serdegirtina li ser DEM Muzîk a li Edeneyê de hejmara kesên hatin destgîrkirin gihişte 6’an. Hate ragihandin 1 ji kesên hatine destgîrkirin zarok e.

Starta serdegirtinan 8’ê Sibatê hatibû destpêkirin. Di serdegirtinên li ser Navenda DEM Muzîkê û li Mêrdînê ya li ser hinek malan de, hunermend ên xebatkarên DEM Muzîkê Îlyas Arzû, Jiyan Savci li gel Hakan Taş û xwendekara zanîngehê Berfîn Dogan hatibûn destgîririn.

Li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Edeneyê di çarçoveya heman lêpirsînê de şeva Sêşemê li Edeneyê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de Şirda Erol û zarokê 15 salî bi navê D.S hatin destgîrkirin.