Civîna Meclîsa Giştî ya HDK’ê: Em dikarin astengiyan derbas bikin

HDK’ê civîna xwe ya Meclîsa Giştî ya 1’emîn a Serdema 10’emîn li dar xist. Hevberdevkê HDK’ê Îdîl Ûgûrlû got ku “Di warê derbaskirina astengiyan de em xwedî îrade ne.”

HDK’ê civîna xwe ya Meclîsa Giştî ya 1’emîn a Serdema 10’emîn li dar xist li avahiya xwe ya li Beyoglûyê li dar xist.

Civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû hate kirin.

‘TECRÎD BANDORÊ LI ME HEMÛYAN DIKE’

Ûgûrlû di axaftina xwe de qala komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Ev tecrîd ne bi tenê li ser kesekî ye, ev tecrîd bandora xwe li me hemûyan dike. Gelê Kurd û Tirk li hemberî tecrîdê bertekeke zêde nîşan didin. HDK dikare van bertekan birêxistin bike.”

Ûgûrlû diyar kir ku AKP bi polîtîkaya notirvanan re dixwaze hêzên xwe yên milîsan ava bike û got ku, “Bi van rayeyên notirvanan re, wê pirsgirêkên mezin derkevin pêşberî jinan.”

Ûgûrlû diyar kir ku di xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurdan de jî ew ê roleke çalak werbigire û got ku “Pêşiya me vekiriye. Bi tenê di warê rê û metodan de hin astengiyên me hene. Îrade û biryardariya me heyeku em van astengiyan derbas bikin.”

Hevberdevk Sedat Şenoglû jî diyar kir ku, “Em dizanin pergala kapîtalîst şer û hilweşandinê li ser me ferz dike lê li hemberî van tiştan kesên azadîxwaz û wekhevîxwaz jî hene.”

Piştî axaftina hevberdevkan, civîn ji çapemeniyê re girtî didome.