ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Sibata 2020'an.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 21'ê ya komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî daxuyaniyek weşand û diyar kir, şert û mercên dewamkirina tecrîdê lawaz bûne. KCK'ê destnîşan kir, têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna demokrasî û azadiya Kurdan ji hev cuda nînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, wan li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê dest bi pêngaveke berfireh a berxwedanê kirine û wê li her qadê bi rêbazên berbiçav û afirîner bimeşînin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 399'an de ye. Nobedarên vê hefteyê çar Kurdistaniyên ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê ne.

Li navçeya Ebex a Wanê, li herêma ku tê texmînkirin 13 kes lê qerisîn, ji ber şert û mercên giran ên hewayê karê lêgerînê nehate kirin. Heta niha hîn nehatine dîtin.

Barana ku rojên dawî li Awûstralyayê dibare, tê payin ku dawî li şewata daristanan a mehên dawî bîne.

Li Cezayîrê li Saîd Bûteflîka ku birayê Serokkomarê têkçûyî Abdulazîz Bûteflîka ye û du şefên berê yên îstîxbaratê ku hevkarên wî ne 15 sal cezayê girtîgehê li her yekî ji wan hate birîn.