FEDA’yê Şêx Seîd bi bîr anî

FEDA’yê got, “Em Şêx Sedî û hevrêyên wî yên têkoşînê ku sed sal berê bêheq hatin qetilkirin bi minetdarî bi bîr tînin û zîhniyeta ku wan qetil kir şermezar dikin.”

Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA) bi wesîleya salvegera şehadeta Şêx Sedî û hevrêyên wî daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniya FEDA’yê de wiha hate gotin:

“Em Şêx Sedî û hevrêyên wî yên têkoşînê ku sed sal berê bêheq hatin qetilkirin bi rehmet û minetdarî bi bîr tînin û zîhniyeta ku wan qetil kir û pêkanînerên wî bi tundî şermezar dikin.

Weke ku tê zanîn peymana ku 102 sal berê li Lozanê hat îmzekirin, pergalekî ku hebûna gelê Kurd înkar dike û hemû mafên wan ên neteweyî desteser dike, ferz kir. Ev peymana ne adil û newekhev, berhemê zîhniyetekî ku gelê Kurd tune dihesibîne ye.

Şêx Sedî û hevrêyên wî yên têkoşînê li dijî vê neheqî û zilmê bi berxwedanekî bi rûmet serî rakirin. Ew daxwzên maf, azadî, wekhevî û edaletê ya gelê Kurd bi dengekî bilind anîn ser ziman û di vê oxirê de fedakariyekî mezin nîşan dan.

Bi qanûna tekke û zaviye Elewî û Şafiî tune hatin hesibandin û xwestin wan bikin qurbanê polîtîkaya înkarê ya dewletê. Bi tunekirina aliyên komunal û exlaqî-polîtîk a baweriyê xwestin bikin yekdestiya dewletê. Şêx Seîd û Seyît Riza ji bo parastina vê civakîbûnê bûn sembola berxwedanê.

Em wekî FEDA’yê dixwazin bawerî, çand û nasnameya xwe bi awayekî azad bijîn. Em mîrateya Şêx Seîd û hevrêyên wî ku di oxira heman armancan de têkoşiyan, bi rûmet hildigirin û bîranînên wan ên ezîz bi rêzdarî bi bîr tînin.

Qetilkirina wan di wîjdana mirovahiyê de birînên kûr vekir û em carekî din diyar dikin ku me vê bêedaletiyê ji bîr nekir.

Bi vê wesîleyê em baweriya xwe ya bi têkoşîna heq, edalet û azadiyê ya gelê Kurd re careke din tînin ser ziman û hêviya xwe ya pêşeroja hevpar, wekhev û bi rûmet diparêzin.”