ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stenbolê du wesayit hatin şewitandin
Li du taxên Stenbolê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê du wesayit hatin şewitandin û teqemenî avêtin marketekê. -
HDP wê giraniyê bide ser yekîtiya neteweyî û tifaqa demokrasiyê
Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku HDP wê giraniyê bide ser du karên bingehîn û ew jî; yekîtiya neteweyî ya Kurd û tifaqa demokrasiyê ye. -
ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Sibata 2020'an. -
Ji ber kovar û pirtûkan 7,5 sal ceza lê birîn
Ji doza di derbarê 10 xwendekarên li Zanîngeha Kocaelî dixwendin de 7 sal û nîv ceza hate birîn. Xwendekar ji ‘bîranîna Roboskî, pîrozkirina Newrozê, protestokirina girtina wekîlên HDP’î, pirûk û kovaran’ tên sûcdarkirin. -
Werin em bi hev re tecrîdê rakirin!
Di civîna li Stenbolê hate lidarxistin de hate ragihandin ku navnîşana yekane ya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bila tu kes di warê tecrîdê de xwe nexapîne. Civak tev di bin tecrîdê de ye. Tecrîd rabe wê civak tev nefesek bistînin. -
Olûç: Heta sala 2023’an wê desthilatdarî hilweşe!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olîç diyar kir ku di her warî de desthilatdariyê rewabûna xwe winda kiriye û got, “Heta sala 2023’an wê desthilatdarî nikaribe li ser hikum be.” -
Li Îranê pêvajoya hilbijartinê: 4 roj man
Li Îranê 4 roj man ji hilbijartinê re. Serlêdana 6800 kesan hate redkirin. -
Li herêmên cihê yên Rûsyayê çalakiyên 15’ê Sibatê
Kurdên li Rûsyayê dijîn bi çalakiyên cihê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
'Tecrîd sîstemeke rêvebirinê ye ku divê ji holê bê rakirin'
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hem sîstemeke cezakirinê hem jî ya rêvebirinê ye. Divê ji holê bê rakirin." -
ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Sibata 2020'an. -
TKP-ML daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê / Marksîst Lenînîst (TKP-ML) daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir. -
Li başûrê Îranê erd hejiya
Li başûrê Îranê piştî nîvro erdhejeke bi pîleya 5,5 pêk hat. -
Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê çalakî li dar xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboksî li dijî Cihê Pîşesaziyê ya Fatîh a li Stenbolê çalakî lidarxist û di çalakiyê de îmalatxana (destegeh) du qat hate şewitandin. -
18 girtiyên siyasî li girtîgeha Îranê dest bi greva demkî kirin
Komek ji girtiyên siyasî yên Kurd bi hînceta alîkarikirina li gel PKK’ê û PJAK’ê li girtîgeha Îranê hatine cezakirin. Bi boneya salvegera 21’emîn Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
TÛHAYDER: Tecrîda li Îmraliyê li Tirkiyeyê dibe faşîzm
TÛHAYDER’ê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, “Tecrîda li ser Ocalan li Tirkiyeyê dibe faşîzm.” -
Li 3 welatan komploya navneteweyî hate protestokirin
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kanada, Awûstralyayê û Rûsyayê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin. -
Pirsa ‘fosfora spî’ ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê hate kirin
Parlementerê Swêdê Markûs Wîechel li ser îddîaya ku Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fosfora spî bi kar aniye, pirsnameyek da parlementoyê. -
Polîsan destpêkê li malbata HDP'î xistin, piştre gotin 'şaşî bûye'
Polîsan bi rengekî kêfî avêtin ser hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Esenyûrtê û piştî ku li malbatê dan gotin, "îxbareke şaş hatiye kirin" û ji cihê bûyerê çûn. -
Sirgûn û êşkenceya li Girtîgeha Tekîrdagê
Girtiyên siyasî ku bi bayê bezê ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin sirgûnkirin, bi lêdanê li wan hate ferzkirin ku di dema lêgerînê de xwe tazî bikin. -
Li Erîvanê meşa li dijî komployê
Li paytexta Ermenistan Erîvanê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek hate lidarxistin. -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Sibata 2020'an. -
Li Stenbolê 5 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Eyup a Stanbolê komek li dijî Komploya 15’ê Sibatê, 5 wesayît şewitandin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dersim li dijî Komploya 15’ê Sibatê li Wanê çalakî kirin. -
Îmrali laboratûvara zext û demokrasiyê ye!
Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî got ku “Îmrali him laboratûvara zextan û him jî ya demokrasiyê ye. Şertê pêşîn ê çareseriyê rakirina tecrîdê ye.” -
Dayikên Şemiyê ji bo Ridvan Karakoç li hev civiyan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Ridvan Karakoç li hev civiyan. Di çalakiyê de hate gotin ku polîtîkayên windakirinê yê desthiltdariya AKP-MHP’ê paşve vegeriyan.