Bêkariya li Tirkiyeyê zêde dibe: 13.3 ji sedî

TUÎK'ê ragihand, di Mijdara 2019'an de li gorî heman dema sala beriya wê, 327 hezar kesên din bêkar man û bi vî rengî hejmara bêkaran bû 4 milyon û 308 hezar kes.

Daneyên saziyên ser bi dewletê ve nikarin têkçûna aboriyê veşêrin.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), li gelemperiya welêt di Mijdara 2019'an de li gorî heman dema sala beriya wê, 327 hezar kesên din bêkar man û bi vî rengî hejmara bêkaran bû 4 milyon û 308 hezar kes.

Rêjeya bêkariyê bi zêdebûna 1 pûanî gihîşt asta 13.3 ji sedî.

Rêjeya bêkariya li derveyî çandiniyê jî bi 1.1 pûanî zêde bû û gihîşt 15.4 ji sedî.