Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo bîranîna Şêx Seîd, Zîlan, Sema Yuce û hemû Şehîdên Azadiyê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi girêdanbûna dîrokî ya kevneşopiya berxwedanê ya bi pêşengiya Şêx Seîd û têkoşîna tevgera Apoyî de hate kirin û hate destnîşankirin ku ev xet bi fedakariya şehîdên wekî Zîlan, Egîd û Umran dewam dike.
Meclîsa Gel a Kurd a Freiburgê di dawiya bîranînê de banga tevlîbûna mîtînga ku wê sibê li Kolnê bê lidarxistin kir.