Parêzer serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re kirin

Parêzer ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Uysal, Faîk Ozgûr Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn.

Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve her heftê serî li dozgeriyê didin, lê hemû serlêdanên wan bê bersiv mane.