ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Meşên dirêj ên li dijî komploya navneteweyî li gelek bajarên Ewropayên tên lidarxistin wê werin şopandin.

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel diyar kir, piştî erdheja mezin a sala 1999'an a li Stenbolê dewletê ji gelek deveran baca erdhejê wergirt û got, "Carkee din eşkere bû ku ev bac ji bo gel nehatiye bikaranîn."

Gelê Îranê wê di 21'ê Sibatê de biçe ser sindoqê û di hilbijartinekê de ku partiyên siyasî nînin neçar bimînin tercîhekê bike. Konseya Parastina Destûra Bingehîn serlêdana bi hezaran kesî red kir.

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo tedawiya pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber sinetkirina jinê rû dan, salane 1.4 milyar dolar hatin xerckirin.