Bûldan: Ji ber ku deriyê Îmraliyê girtiye krîz çêdibin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku sedema krîza siyasî, ekonomîk û civakî siyaseta çaresernekirinê ya tecrîd û komployê ye. Bûldan diyar kir ku çareserî li ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê di civîna Koma HDP'e ya meclîsê de axivî. Bûldan, ewil helwesta Serokê AKP'ê Erdogan ê li Kirikaleyê di mîtînga TOK'î de çay belav kir şermezar kir û wiha got: "Piştî aşût bi ser welatiyan de ket û 41 welatiyan jiyana xwe ji dest dan li Kirkkaleyê çaya kêfê belav kir. Me hemûyan dît. Divê xwedê hinek şermê bide wan. Dema mirov di bin aşûtê de man, Serokomar Erdogan li Kirkkale çay belav dikir. Divê mirov hinek şerm bike. Gelê Miksê vê yekê heq nake. Di rewşek wisa de Serokê AKP'ê bi qasî mîtingê li dar bixe şerm nake. Li pey şovê ye. Me hemûyan bi hevre ev dît. Ev hemû nîşanî me didin ku bi vê îqtîdarê rê nameşe. Ewlehiya tu kesî tune ye."

‘DI JÊRZEMÎNAN DE KOMKUJÎ PÊK HAT’

Bûldan, anî ziman ku di salvegera komkujiya jêrzemînên li Cizîrê de aşût li Wanê ket û wiha got: "Em carek din ji hemû gelê me sebrê û sersaxiyê dixwazin. 7’ê Sibata 2016’an di heman demê de salvegera Jêrzemîna Cizîrê bûn. Di jêrzemînê de komkujî pêk hat. 177 kesan di jêrzemînê de bi giştî 282 mirovan li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan. Mirovên di jêrzemînên hovîtiyê de jiyana xwe ji dest dan sedema wê îqtîdara AKP'ê ye. Ji bo rayedarên leşkerî neyên cezakirin û darizandin AKP'ê zagon derxistin. Berpirsiyarê vê yekê dîsa AKP ye. Hişmendiya qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê kir, hişmendiya mirov di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin û li Roboskî 34 mirov qetil kirin, heman hişmendî ye. Wan bi hovîtiyê di rûpelên reş ên dîrokê de cihê xwe girtin. Lê gelê Cizîrê li dijî wê hovîtiyê bi berxwedanê di rûpelên dîrokê de cih girtin."

DARIZANDINA HEVŞAREDARÊ AMEDÊ SELÇÛK MIZRAKLI

Bûldan bal kişand ser darizandina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û wiha axivî: "Duh Mizrakli hat darizandin. Dixwazin wî darizînin. Lê nikarin darizînin. Tu carî wê hêza wan tune be ku heqîqetê darizînin. Mizrakli dê her dem qirêjî û diziya wan li ser çavê wan bixe. Her hevalê me li girtîgehan dîl hatine girtin. Yên doza Gezî vekirine dozgerên cemaetê ne. Lê niha yên didarizînin dadgerê hikûmetê ne. Stûna siyasî yê FETO AKP û îqtîdara AKP'ê ye. Ev hemû hevalên hev ên dozê ne. Hevalên hev ên dozê di doza Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag de dibin yek. Naxwazin ev milê wan ê siyasî derkevin holê. Naxwazin sûcê wan derkevin holê. Ev hemû yek in. Hişmendiya wan yek e. Ger ku hûn ne milê siyasî yê FETO bin çima hûn Demîrtaş û Yuksekdag bernadin. Îqtîdar li gel FETO êrîşî hêzên demokratîk dikin. Ev tev yek in."

TECRÎDA LI SER OCALAN

Bûldan, anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî û demokrasiyê ceza dikin û wiha pêde çû: "Ma me hûn in ê ku Ocalan li dijî mekanîka darbeyê hûn hişyar kiribû, niha wî tecrîd dikin. Hûn dijminê demokrasiyê û dijminê aştiyê ne. Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêza mezin a Demokrasiyê. Di 9'ê Cotmehê dîsa êrîşî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê kirin."

Bûldan, li ser rola HDP'ê jî rawestiya û got: "HDP yekane xeta çareseriyê ye. HDP bendewariya hemû gel û civaka Tirkiyeyê ye. Îtîfaqa AKP-MHP'ê dibe sedem ku cenaze ji Idlibê bên. Em sersaxiyê ji malbatên leşkerên ku li Idlibê jiyana xwe ji dest dane, dixwazin. Me li dijî teskereyê AKP -MHP hişyar kir. Lê em guhdar nekir. Divê Tirkiye bi lez destê xwe ji Sûriye bikişîne û Sûriye teslîmî vîna gelê Sûriyeyê bike. Em dibînin ku ji Îmraliyê dest pê kirine û hemû civaka Tirkiyeyê tecrîd kiriye. Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bang kir û got 'Werin em bi hev re bi hêza navxweyî vê pêvajoyê çareser bikin' Lê hikûmetê dest ji vê pêvajoyê berda û pêvajo xera kir. Ger ku îro deriyê Îmraliyê nehata girtin dê tu kes li Rojhilata Navîn nemirana. Dê ceza tune bûya. Dê şer û kuştun tune bûya. Rejîma yekperest ji aştî, demokrasî û çareseriyê ditirse. Aqilê dewlet û îqtîdarê ku bawer dike dozan Kurdan sedsalan bi tecrîd, qeyûm, girtin,destgîrkirin û şer çareser bike, xwe dixapînin. Em carek din dibêjin heta tecrîd bi dawî nebe edalet û aştî nayê. Heta ku tecrîd bi dawî nebe çareserî û demokrasî pêş nakeve. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna paraastina pêşerojê ye. Ger ku tecrîd bişkê, wê faşîzm jî bişkê. Teqez wê rojek bê deriyê Îmraliyê vebe. Gelên Tirkiye û civaka Tirkiyeyê wê deriyê Îmraliyê veke. Teqez pêşejora demokratîk ê bi ser bikeve.”

QEYRAN Û KRÎZA ABORÎ

Bûldan, bal kişand ser qeyrana aborî û wiha axivî: "Tirkiye di dîrokê de tu carî bi qasî niha xizanî nedîtiye. Niha Enflasyon ji sedî 12 ye. Her ku diçe betalî û xizanî zêde dibe. Li Tirkiyeyê 26 milyon mirov xizan e. Herî zêde Mûş, Wan, Qers, Colemêrg. Riha û bajarên herêmê ye. Desthilatdarî bi zanebûn mirovên vê herêmê xizan dike. Pereyên ji bo xizaniyê li şer xerç dike. Çavkaniyên ku divê ji bo aboriyê bên cudakarin, ji bo xizmên xwe xerç dikin. Gel li dijî xizaniyê têdikoşe. Lê îxtîdar dixwazin bihişta dewlemendiyê ava bikin. Ev nizanin birçîbûn, xizanî çiye. Bi çavê Qesrê derve gul û gulîstan e. Lê rojên borî li Enqereyê bavekî got zarokên min birçîne û bedena xwe da ber agir.”

KONGREYA HDP’Ê

Bûldan, herî dawî bal kişand ser kongreya HDP'ê ya 23'ê Sibatê û wiha axivî: "Ev tabloya reş ne qedera Tirkiyeyê ye. Derketina ji vê tabloyê pêkan e. Ger ku em bibin yek û bi hev re têbikoşin em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Ji ber vê yekê HDP rêya çareserî û heviyê ye. Ew mahkûmê windakirinê ne. Ger ku ew winda bikin wê demokrasî bi ser bikeve. Aştî û aramî wê bi ser bikeve. Di 23'ê Sibatê de kongreya mezin a HDP'ê heye. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku tev li kongreya HDP'ê bibin. Em bang li karker, kedkar, jinan û hemû kesên alîgirê demokrasî, aştî û edaletê dikin ku tev li kongreyê bibin. Ev kongre wê bibe Kongreya Tirkiyeyê."