DAÎŞ'ê li Tîkrîtê êriş kir: 11 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin

Li bajarê Tîkrîtê yê Iraqê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş kirin. Herî kêm 11 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin.

Êriş şeva Şemiyê li herêma El Aîth a li rojhilatê Tîkrîtê qewimî ku li wîlayeta Selahaddînê ye.

Êriş li dijî milîsên Haşdî Şabî hate kirin ku bi ser artêşa Iraqê ve ne. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê, ji Tûgaya 22'an a Haşdî Şabî 11 kes hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane, Fermandarê Alaya 3'emîn a Tûgaya 22'an Huseyîn Saîdan Kata û Alîkarê Fermandarê Alaya 6'an Saleh Machûl Attiyah jî hene.

Li gorî medya nêzî Haşdî Şabî, di şer de 15 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Piştî vê êrişê li herêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê vê hefteyê li gelek herêmên Iraqê êriş kirin. Li navçeya Telafer a Mûsilê di êrişa bombeyî ya dijî konvoya leşkerî de 6 leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.

20'ê Çileyê li bazareke li Bexdayê di 2 êrişên xwekujî de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 112 kes jî birîndar bûbûn.