Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû hate berdan
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû di rûniştina destpêkê ya dozê de hate berdan.
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû di rûniştina destpêkê ya dozê de hate berdan.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî di nav de 17 siyasetmedar di 11'ê Îlona 2020'î de hatibûn girtin. Ji bo girtina wan jî îtirafên îtirafkarekî ku ti sparteyeke xwe ya hiqûqî nîne weke hincet hatibû nîşandan.
Rûniştina destpêkê ya doza dijî Şenoglû de li 36'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Şenoglû di rûniştina destpêkê de hate berdan.